AMED – Polîtîkayên zextê yên hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê ya li dijî HDP’ê dewam dike. HDP’a ku her roj endamên wê tên revandin, îşkencekirin û girtin, herî dawî ji bo girtinê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da.
HDP ku li hemberî van hemû zextan paşve gav navêje, mîtîngên piştgiriyê organîze dike. Herî dawî jî biryar hat dayîn ku di 22’ê Çile de li Amedê bi dirûşmeya “HDP vîna bi mîlyonan e, nayê girtin” mîtînga piştgiriyê bê lidarxistin.
Meclisa Ciwanên HDP’ê îro ji bo mîtînga 22’ê Çileyê li Amed Yenîşehîrê bê lidarxistin belavok belav kir.
Gel û ciwanan eleqeyek mezin nîşanî belavkirina belavoka ku tê de dirûşmeyên HDP’ê Gel Gel Li vir e, nîşan dan. Endamên Meclisa Ciwanan banga tevlîbûna mîtîngê kirin û diyar kirin ku ew ê li dijî tecrîd û zextên li Zindan li ber xwe bidin.