NAVENDA NÛÇEYAN – Meşa Dirêj ku bi rengekî kevneşop her sal ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tê lidarxistin, îsal wê di navbera 7-11’ê Sibatê de li Fransayê ji bajarê Sierentzê heta Strasbourgê bi dirûşma “Bi îradeya ciwanên Apoyî em ê Rêber Apo azad bikin” pêk were.
Meşa Ciwanan ku 20 sal in bi pêşengiya ciwanên Kurd ên li Ewropayê tê lidarxistin, îsal di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” de pêk tê.
Tê payin ku ji Fransa, Elmanya, Swîsre, Awûstûrya, Îngilistan û tevahiya Ewropayê bi sedan ciwan tevlî meşê bibin. Komîteya amadekar daxuyaniyek li ser meşê da.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku faşîzma dewleta Tirk a faşîst li herêmên Kurdistanê hemûyan gihîştiye asta herî bilind, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye şidandin û işaret bi girîngiya Meşa Dirêj a vê demê hate kirin. Bang li ciwanên Kurd û enternasyonalîst hate kirin ku bi dirûşma “Bi îradeya ciwanên Apoyî em ê Rêber Apo azad bikin” beşdarî çalakiyê bibin.
Komîteyê ragihand ku wê bi vê çalakiya xwe peyamê bidin dewletên Ewropayê yên ku piştgiriyê didin qirkeriya dewleta Tirk û got, “Em; ciwanên Kurd û enternasyonalîst em ê li hev bicivin û li dijî kapîtalîzm, faşîzm û mêtingeriyê bi berxwedaneke mezin em ê bi ser bikevin.”
Ciwan wê ji bo Meşa Dirêj di 5’ê Sibatê de li kantona Baselê ya Swîsreyê li hev bicivin.
Bernameya Meşa Dirêj wiha ye:
05.02.2022/Kombûn/Elsässerstrasse 215a 4056 Basel, Swîsre,
06.02.2022/Sierentz-Mulhouse
07.02.2022/Mulhouse-Colmar
08.02.2022/Colmar-Ostheim
09.02.2022/Ostheim-Sélestat
10.02.2022/Sélestat-Erstein
11.02.2022/Erstein-Strasbourg