BEHDÎNAN – Endama Koordînasyona Komalen Ciwan Sara Hogir Riha ji Ajansa me re axivî. Sara Hogir Riha xîtabî ciwanên li hemû herêmên Kurdistanê kir, bal kişand tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û diyar kir ku divê ciwan li dijî vê biherikin çiyayan.
Sara Hogir Riha, da zanîn ku derbeya herî mezin ciwan li dijmin dixin. Ji ber vê dijmin bi taybet li hemberî ciwanan her cure polîtîkayên xistinê dimeşîne. Sara Hogir diyar kir ku divê hişmendiya welatparêziyê bê xurtkirin û destnîşan kir ku ew ê teqez bi ser bikevin.
Tevahiya şîroveyên Endama Koordînasyona Komalên Ciwan Sara Hogir Riha wiha ye:
Bangawaziya me ji bo tevahî ciwanên Bakurê Kurdistanê ye. Ji bo ciwanên Amedê, Rihayê, Mêrdînê, Batmanê, Serhedê, Colemergê, Geverê û tevahî ciwanên li Metropolê Turkiyê jiyan dikin; yên di bin êrîş û zextê dijmin de dike re bangawaziya me Heye. Rast e êrîşên dijmin pir zêde ne. Bi her amûra xwe êrîşê gelê me dike, êrîşî ser ciwanên Kurdistanê dike, êrîşî çiyayên Kurdistanê dike, êrîşî parêzvanên gelê Kurd; Gerîlayên Kurdistanê dike û êrîşî yê ku fikra Kurd û Kurdistanê derxistî holê, avahîsazê Azadiyê; Rêber Apo dike. Bi tecrîdeke dermirovî êrîşên xwe mezintir dike.Ev êrîş, her hebûn û heta niha jî hene. Li dijî vê berxwedan, têkoşîn, tevlibûn û gerîlabûna ciwanan di asta herî bilind de bû; Li hember dijmin derdiket û ciwanên Kurdistanê bi taybet jî yên Bakurê Kurdistanê li hember dijmin tu caran serê xwe netewandiye. Heta îro jî serê xwe netewaniye û her gav di nav têkoşîneke pir mezin de bû. Her tim ji bo gelê xwe ji bo welatê xwe, ji Kurdistan, nasname, dîrok, Gerîla û şehîdên xwe, ji bo Serokê xwe Rêber Apo her tim di nav têkoşînê de bû. Em jî, bêguman li ser vê esasê têkoşîneke pir mezin dimeşînin. Dijmin jî, bi êrîşên kûr û qirêj êrîşî malbatên me dike û dixwaze çanda welatparêziyê tune bike. Êrîşî ciwanên Kurd dike, dixwaze ji rûmet, welat, ax, Kurdistan û kurdbûnê dûr bixe. Di vê astê de êrîşên pir mezin dike. Em dibînin, li ser malbatan zexteke pir mezin heye. Bi êrîş û qirkirina li hember malbata çanda welatparêziyê ya ku li Kurdistanê mezin bû ye û li her derê belav bûye qels bike, ji holê rabike.
Bêguman, êrîşên ku di vê astê de dîsa li ser ciwanan tê kirin; wek ajankirin e. Li hember gel, welat û tevgera ku ji bo Kurd û Kurdistanê têkoşîn dike û derbeyên mezin li dijmin dixe ku di cihanê de gerîla binavûdeng bûye û bûye hêvîyeke mezin, ji bo mirovahiyê bûye hêviyeke mezin, ji bo Kurdistanê bûye parêzvanê mezin. Dijmin bi ajankirina ciwanan dixwaze vê yekê qels bike.Ciwanê Kurd dike ajan û dişîne ser tevgera xwe. Ciwanê Kurd li hember xwe dike ixanetkar.Herwiha bi madeyên wek hişbir û fuhşê dixwaze ciwanan ji rastîy û têkoşîna ciwantiyê dûr bixe. Lê belê, li hember vê, têkoşîneke pir mezin heye, berxwedaneke pir mezin heye, sekna ciwanên bajarê Kurdistanê di asta herî bilind de heye.A niha em dibînin; hêzeke ciwanan li Bakurê Kurdistanê û li Metropolên Turkiyê hêzeke mezin derketiye holê.
Em, her roj di nûçeyan de dibînin ku çalakiyên wan di asteke ku dijmin tengav dike de ye. Lê belê ev têrker nîn in. Divê ciwan hîn zêdetir, di asteke mezin de bi rola xwe derbikeve holê. Mîraseke me ya pir mezin a şoreşê ya şoreşgeran derketiye holê. Mîraseke me ya pir mezin a welatparêziyê derketiye holê.Mîraseke me ya pir mezin a Azadiya Kurd û Kurdistanê derketiye holê. Ji Kemal Pîr’an, ji Sara’yan, ji rêheval Mazlum Doganan û heta vê rojê jî ji Mehbet Tunc’an berxwedaniyeke pir mezin di asta welatparêziyê de kiriye mîraseke şoreş û şoreşgeriyê heta ve rojê hatiye. Em xwedî mîraseke wiha mezin in. Bêguman, divê em li vê mîrasê xwedî derbikevin. Ciwanên Kurdistanê divê li vê mîrasê xwedî derbikevin. Niha, gerîlayên di berxwedana pêngava Bazên Zagrosê de li Avaşîn,Metîna,Zap li vê mîrasê xwedî derketin. Bi fedaîbûna xwe, bi têkoşîna xwe li hember dijmin bi sekna xwe ya berxwedêr li vê mîrasê xwedî derket. Layiqê vê mîrasê bû. Em jî divê wek ciwanên Kurdistanê, taybet jî ciwanên Bakurê Kurdistanê divê li vê mîrasê xwedî derbikevin. Lewre, vê mîrasê heta vê astê anîye. Vê mîrasê hiştiye ku ciwanên Kurdistanê di vê astê de wek hêzeke mezin derbikeve holê û hiştiye ku ciwan bi potansiyela xwe re rabe ser piyan. Ev mîrasa ku derketî, mîrasa Kurd û Kurdistanê, têkoşîna azadi,welat, li hemberî dijmin hiştiye ku hêzeke pir mezin derbikeve. Ji ver vê dijmin ewqas ditirse. Ji ber vê asteke pir mezin de faşižmeke pir cuda li ser ciwan û gelê Kurdistanê dide meşandin.Metîngeriyeke pir mezin li ser Kurdistanê tê meşandin.
Heta vê rojê tu carî ciwanên Kurd,ciwanên Kurdistanê yên berxwedêr li hember metingeriyê ,li hember faşîzmê serê xwe netewandiye, serê xwe hildayê û li hember vê wekî dîwarekî wek mertalekî ku gelê xwe, welatê xwe,axa xwe, dîroka xwe, Şehîdên xwe diparêze berxwedeneke mezin derxistiye holê. Em niha dibînin di Zindanên Amedê de jî mîraseke pir mezin derket, rûmeteke pir mezin derket. Di Zindanên Amedê de Kurd û Kurdistan derket holê.Mezinbûna PKK’ê derket holê. Di şexsê Şehît Kemal Pir dê, di şexsê Elî Çîçekan de hêza mirovahiyê, hêza Azadiyê derket holê. Dijmin dixwaze ku ev hêz, rûmet û berxwedana ku li zindanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê derketiye bişkîne. Ji ber vê ewqas êrîş li ser Zindanan tê kirin. Êrîşên ku poşmantiyê dispêre, yên ku ji bo dev ji têkoşînê berde tên kirin. Bêguman li hember vê jî sekneke pir mezin a berxwedanê heye. Niha, di zindanan de sekna Berxwedana Amedê tê nîşandan. Ev jî dijmin tarûmar dike. Berxwedana Hevalên di zindanan de, berxwedana Gelê me, berxwedana ciwanê ku dibêjin; ‘ Ciwan Fedaîyê Rêber APO ne’ dijmin tarumar dike, faşîzmê dîn dike. Em dibêjin; Heger em fedaiyên Rêber Apo ne,divê em bi erka xwe re bin. Bi rol û mîsyona xwe re bin. Bi coş,kelecan û xiroşiya xwe têkevin nava têkoşîneke pir mezin; Berê xwe bidin çiyayên Azadiya Kurdistanê û di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de, di nava PKKê de , di nava gerîlayên ku niha li hember faşîzmê têkoşîna Azadiya gelê Kurd û Kurdistanê dike de cih bigire. Divê em bibin layiqê vê dirûşmeyê. Heger, me got; Em fedayiyên Rêber APO ne wê demê divê em asta xwe ya fedayîbûnê bi têkoşîna xwe nişan bidin. Li hember dijmin wek diwa bisekinin.
Li hember dijmin wek parêzvanê gelê xwe, wek parêzvanê axa Kurdistanê, wek parêzvanê rûmeta Gelê Kurdistanê biparêze. Lewre, erka me ya parastina Kurd û Kurdistanê heye. Erka me ya parastina dîroka Kurd û Kurdistanê heye. Erka me ya parastina nasname, ziman û rûmeta derketî heye. Divê em xwedî li vê erka xwe derbikevin. Ev erka me ye û em ê wek ciwan bi erka xwe re bin û rabin ser piyan.
Ji ber vê, em bangawazi li tevahî ciwanên Kurdistanê dikin. Banga Ciwanên ku bi hêstên welatparêziyê li axa xwe, li gelê xwedî derdikeve, bi têkoşîneke mezin li hember faşîzmê disekine dikin. Herwiha bangs ciwanên xwedîrûmet,şoresger û têkoşer dikin ku werin û xwedî li vê mîrasê derbikevin. Werin layiqê vê mîrasê bibin.Werin di nava Gerilayên Azadiya Kürdistanê de cih bigirin û têkoşîneke hîn mezin, em faşîzmê têk bibin, Azadiya Rêber APO pêk bînin, Kurdistaneke Azad ava bikin û gelê xwe ji bin metîngeriya dijmin, ji bin zilm û zordariya dijmin xilas bikin. Li ser vê esasê; Niha dem dema azadiya Rêber APO ye, dem dema azadiya Kurd û Kurdistanê ye, dem dema azadiya mirovahiyê ye. Ji bo vê jî dem dema Gerîlatî ye. Ji bo tevahî jinên ciwan û ciwanê Bakurê Kurdistanê em dibêjin: Werin Cenga Azadiyê, werin cenga azadiyê û bi ruhê fedayîyên Rêber APO em têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi ser bixînin.