NAVENDA NÛÇEYAN – WMO ku saziyeke Neteweyên Yekbûyî ye û navenda wê li Cenevreyê ye, bi daxuyaniyekê got, “Ji sala 2015’an û vir ve salên herî germ ên heft salan, 2016, 2019 û 2020 e.”
WMO’yê diyar kir ku heft sal in li ser hev germahiya hewayê li gorî serdema beriya pîşesaziyê bi 1 pileyî zêde ye û got, “Ji ber gaza sera ya li atmosferê ku di asta rekorê de ye, tê payin ku germahiya global û meylên guhertina avhewayê yên demdirêj ên din dewam bikin.”
Sekreterê Giştî yê WMO’yê Peterrî Taalas got, “Ji ber gaza serayê ya zêdebuyî, germahiya global a ji ber faktorên avhewayê û germahiya global a demdirêj, guherina salane ya germahiya global gelekî zêde ye.”
Li gorî WMO’yê sala 2021’ê yek ji salên herî germ e û li gorî serdema beriya pîşesaziyê ya navbera salên 1850-1900’î de bi 1.11 pileyî germahî zêde bûye.
Li gorî daxuyaniyê, bi germahiya 50 pileyî ya li Kanadayê, sala 2021’ê wê di bîra mirovand e bimîne.