NAVENDA NÛÇEYAN – Îlhan Reşît û Hamza Arzûman ên ku di sala 2015’an de di dema êrişên faşîst ên dewleta Tirk û qedexeyên derketina derve de li Silopiya Şirnexê hatibûn girtin û piştre cezayê muebetê li wan hatibû birîn, li Girtîgeha Tîpa E a Gumuşhaneyê dest bi greva birçîbûnê kirin.
Girtiyên siyasî bi malbatên xwe re bi telefonê axivîn û diyar kirin ku çalakiya wan ketiye roja şeşan.
Îlhan Reşît diyar kir ku gardiyanan dest danîne ser hemû alavên wan û wî jî ji bo protestokirina vî tiştî tevî Hamza Arzûman dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Reşît ji malbata xwe re gotiye ku “Dest danîne ser makîneyên me yên traşê, radyo û alavên me yên din. Em xistine hucreyên yekkesî. Me jî ji bo protestokirina vî tiştî dest bi greva birçîbûnê kir. Em 6 roj in di greva birçîbûnê de ne.”