BEHDÎNAN – Dewleta tirk a dagirker ji Herêmên Parastina Medya heya her qadên ku Gelê Kurd lê jiyan dikin bi awayekî hovane êrîş dike û dixwaze gel û ciwanan ji qirkirinê re derbas bike. Li hember vê vê faşîzmê her ger cure rê têkoşîna ku were pêşxistin giîng e. Lêbelê li hember faşîzmê têkoşîna herî bingehîn şer e.
Gerîllayên ku li dijî vê faşîzmê têkoşîn dimeşînin jibo ciwan û jinên ciwan, bangawaziya di vê şerê azadiyê yê dîrokî de cih girtinê kirin.
Gerîllayên ku bi şiyara “Werin Cenga Azadiyê” banga tevlêbûnê li Ciwan û jinên Ciwan kirin û wiha gotin:
Brusk Çiya bal kişand ku Kurdistan di qonaxeke krîtîk re derbas dibe û wiha dewam kir:
“Kurdistan îro di rewşek hesas de ye, li her çar parçeyên Kurdistande êriş li ser gel birêve diçe. Taybet êriş li ser ciwanan heye. Li ser vê bingehê ciwanan hemleya Werin Cenga Azadiyê dane despêkirin. Bangewaziya me ji bo hemî ciwanên Rojhilatê Kurdistan eve ku tevlÎ vê hemleyê bibin û bi ruhê Apoyî û şoreşgerî çeka xebat û şerefê rakin, tevlî refên PKK bibin.
Li hember vî dagirkerî, zûlm û zorên ku li Rojhilatê Kurdistanê birêve diçe, her roj bi komkujî, fihûş û fesadê ku li ser ciwanan dimeşînin, neçin ewrupa û ji welatê xwe dernekevin û xwe bidin çiyayan û tevlî refên gerilla û PKK bibin. Ji bo parastina fikir û felsefeya Rêber Apo, ji bo parastina welatê xwe tene rê jî tevlîbûna PKK ye. Cardin bangewaziya me ji bo ciwanên Rojhilatê Kurdistan ewe ku tevlî hemleya Werin Cenga Azadiyê bibin û bi ruhê ciwantî li hemberî wî dagîrkeriyê bisekinin û emê wî binbixin.”
Denîz Baran bang li hemû ciwanên Kurdistanê, ciwanên cîhanê û bi taybet ciwanên Rojava kir û ev tişt anî ziman:
“Ji bo tevahî ciwanên Kurdistanê, ciwanên tevahî cîhanê, bi taybet ciwanên Rojavayê Kurdistanê bangawazîya me, ji bo beşdarbûna hemleya dem dema gerîlatiyê ye. Bi hemleya Werin Cenga azadiyê, li dijî êrîşên qirkirinê yên dijmin, li ser gelê me, li ser xwîna hevalên şehîd, ji bo em li beramberî van êrîşan, xwîna hevalên şehîd biparêzin, nirxên hevalên şehîd biparêzin, nirxên gelê xwe biparêzin, gelê xwe biparêzin, pêşengiyê ji gelê xwe re bikin em tevlî bibin. Ji ber ku em wek ciwan pêşengên vî gelî ne. Ruhê vî gelî ne, pêşengê vê civakê ne. bangawazîya me ji bo tevahî ciwanan beşdarê hemleya Werin Cenga azadîyê bibin. Dem dema azadiyê ye, dem dema gerîlatiyê ye! Dem dema azadiya Rêber Apo ye!”
Argeş Rojhilat bal kişand ku Kurdistan bi sedan sal in ji aliyê dewletên hegemonîk û faşîst ve hatiye dagirkirin û ev bang kir:
“Tê zanîn bi sedan sale Kurdistan, ji aliyê dewletên hegemon û faşist hatiye dagirkirin, her ji bona wî jî rêxistina me hemleya Werin Cenga Azadiyê daye despêkirin. Ji bo wî jî pêwîste her ciwanek bi rûmet, her ciwanek kurd tevlî vê hemleyê bibe. Werin tevlî refên gerilla bibin. Pêwîste ciwan li hember van qirkirin û dagirkirinan xwedî sekin bin û sekina xwe nişan bidin. Li dijî dagirker û faşîstan werin tevlî refên gerîlla bibin. Li hember kuştina Kolberan, li hember tecawuz, li hember belavkirina maddeyê hişber û li hember dagirker dem dema gerîllatiyê ye, Werin Cenga Azadiyê.”