QAMIŞLO – Çalakiya pirtûkxaneya gerok ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ve ji 16’ê Çileyê ve hatiye organîzekirin, berdewam dike. Çalakî di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan de û Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî ya bi banga rakirina qedexeya li ser PKK’ê ve hatiye lidarxistin.
Çalakiya pirtûkxaneya gerok, îro li navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo bû. Bi dehan şêniyên navçeyê û ji derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê” îmze dan. Ji ber barîna berfê li navçeyê pirtûkxane sekinî.
Pirtûkxane ji gelek pirtûkên rêber Abdullah Ocalan pêk tê.
Tê payîn ku pirtûxane wê heta 24’ê vê mehê li tevahî bajar û navçeyên herêma Cizîrê bigere.