HESEKÊ – Duh bi şev komek çeteyên DAIŞ’ê êrişî girtîgeha Xiwêran ya ku çeteyên DAIŞ’ê li têne ragirtin, kir. QSD’ê yekser bersiva êrişa çeteyan da û êriş vale hate derxistin.
Di dema êrişê de 2 çeteyên DAIŞ’ê ji girtîgehê reviyabûn, her 2 çete di encama lêgerîna hêzên Dij Teror yên QSD’ê de, îro siharê hatin girtin.
Hêjayî gotinê ye li girtîgeha Xiwêran ya li Hesekê nêzî 5 hezar çeteyên DAIŞ’ê hene.
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya QSD’ê, rewşa li girtîgehê hatiye kontrolkirin.