STENBOL – Birayê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ê 22 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdek giran de dimîne Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç, ji bo hevdîtina roja Duşemê, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û miduriyeta girtîgehê dan. Malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê dimînin, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamilî Yildirim Polat Yildirim û Xwişka Veysî Aktaş Melîha Çetîn jî bi rêya parêzerên xwe serlêdan kirin. Malbatan wekî din ji bo hevdîtinê bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li Miduriyeta Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê dan.
HÊCET NAYÊ ZANÎN
Parêzerên Rêberê Gelan, ji bo ku bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikin di heftê de 2 serlêdanan dikin, lê ev serlêdanên parêzeran ne bi erênî ne jî bi neyînî nayên bersivandin. Li ser vê yekê parêzeran di 22’ê mijdarê de li Dadgeha Ceza ya Bûrsayê serlêdana “hevdîtina lezgîn” kirin. Piştî vê serlêdanê derket holê ku du cezayên nû yên qedexeya hevdîtinê li Rêberê Gelan hatine birîn. Dadgeriyê, serlêdana parêzeran red kir û weke hincet jî cezayê ku di 12’ê cotmehê de ji bo 6 mehan li Rêberê Gelan hatiye birîn nîşan da. Dadgeriyê, ji bo serlêdana hevdîtinê ya malbatê jî qedexeya hevdîtinê ya di 18’ê Tebaxê de ya ji bo 3 mehan hincet nîşan da. Lê dadgeriyê derbarê hinceta qedexeyan de tu agahî neda parêzeran.