Rêber Apo
Li odeya min şibake vekirin. Derketina hewagirtinê jî kirin du seat. Seatek ji bo serê sibê û seatek jî ji bo piştî nîvro; ez du seatan derxistin hewagirtinê. Me duhu dîsa bi çar hevalan re hevdîtin çêkir. Me bi wan re jî sohbet kir.
Di mijara îstîfakirina parlamenteran de ez cûda dihizirim. Min gotibû “siyaset hatiye xaleke xitimandinê”. Ez rewşa îroyîn dişibînim rewşa salên 1975-76an. Min salekî serokatiya ADYÖDê kir. Wê demê ADYÖD ji du meylan pêkdihat. Ji yekbûyina DDKO û Dev-Genç pêkdihat. Ez him endamê Dev-Genç ê û hem jî yê DDKO bûm. Dilê min bi herdu yan re jî bû. Me herdu kiribû yek. Dizanîbûn ku min yekkirina herduyan, biratî û azadî esas digirt û ez di meyleke wisa de bûm. Pişt re yek ji wana berê xwe da netewperestiya birjûvayê biçûk. Ya din jî ket nava netewperestiyê. Di aliyê din de jî digot “em nikarin bi Kurdan re bên cem hev.” Di dawî de ez li naverastê mam. Lê dilê min dixwast her du jî bibin yek. Pişt re li gel Kemal Pîr û Heqî Karer em derbasî Kurdîstanê bûn. Ji ber Kemal Pîr û Heqî Karer dîtin û dizanîbûn ku ez dixwazim her du gelan bînim cem hev, loma bi min re tevgeriyan. Me ew pêngava dîrokî ya Adarê, ku tê zanîn, avêt: Adar a 1976. Xebatên min ên di sala 1975-76an di girîngiya dîrokî de bûn. Min her sal bi qasî cîhanê kar kir û min hewldan nîşan da. Me her sal bi qasî pirtûkek belgeyan amade dikir. Me di Kurdistanê de têkoşîn da despêkirin. Ez pêşî çûm Agirî, her wisa em çûn Qersê jî. Heta çûna min a wê derê bi nav û deng e. Qersî dizanin û ez dizanim ku hîn jî gelek nirx û girîngî didin vê yekê. Bazîdî jî nirx didin. Min li Bazîdê bi ciwanan re civîn çêkir, civînên pir biheyecan bûn.
Di sala 1970an û vir ve gelek kedên min ên mezin çêbûn. Ez bûm endamê gelek sazî û komeleyan. Ez salekî li Stenbolê mam. Min wê salê xwe li fakulteya Huquqê qeydkiribû, sala 1970-71 bû. Ji wê dîrokê û vir ve ez gelek hizirim û min pir hewldan pêşxist. Ji wê demê heya roja îro bû çil sal. Di bingeha girêdana gel a ji min re, ev yeke heye. Gel min dizane, gel min nasdike. Derketina min a ji Amedê bi vê armancê bû. Ev çil sal in ku ez têkoşîna vê yekê dikim.
Bi vî rengî em li Kurdîstanê pir pêşketin. Lê rehenda (boyut) Tirkiyê pêşneket. Paşê Ergenekonê rehenda Tirkiyê bidestx ist.
Rêza min ji Mahîran û Denîzan re heye. Ez rêz li wan digirim. Denîz jî Mahîr jî hebûn û mafên Kurdan dipejirandin. Denîz hema berê ku bihata dardakirin – tişteke pir zor e ku mirov were dardakirin- , gotibû “têkoşîna min têkoşîna ji bo biratiya gelên Kurd û Tirk e.” Her wisa Mahîr jî digot “Kurd hene û pirsgirêka Kurd nikare were înkarkirin, divê tevahiya mafên Kurdan bêne pêjirandin û bêne dayîn.” Min vê yekê ji devê Mahîr bi xwe bihîst. Gotina vê yekê wêrekiyeke mezin dixwest. Tê zanîn Mahîr jî hate kuşt in. Dema hate kuştin jî vana gotibû. Pêwîst e herkes ji van re rêzdar be.
Çareserî têkoşîna demokratîk e. Dikarin vê yekê bi gel re bişêwirin û biryar bidin, lê ne wisa biserkî (yüzeysel); bi rastî jî bi riya pirsîna ji gel, dikarin vê yekê bikin biryar. Dikarin li Amadê bi hezaran kesî re civînên gel çêbikin û dikarin paşê jî bajar bi bajar civînên gel çêbikin. Ew jî dikarin biçin cem gel. Dikarin vegerin meclîsê jî. Dikarin bêjin me wisa pêwîst dît. Em hîn ne di wê merhalê de ne. Dikarin vegerin meclîsê û siyaseta demokratîk bikin. Dikarin pêşniyara Ufuk Uras binirxînin. Pêwîste mîletwekilî parlemento baş bikarbînin. Nekarîn cokên (kanal) demokratîk vekin. Pêwîst e bi vî rengî destkeftiyên demokratîk ên Kurdan jî vale vale neyên xerckirin. Divê bikaribin li meclîsê her tiştî nîqaş bikin. Ji bo têkoşîna demokratîk siyaseta demokratîk pêwîst dike. Kirina vê yekê girîng e.
Niha tê gotin ku partiyeke nu heye. Ez ji vê re tiştek nabêjim. Vê dewlet yekî bigre, lê wê ya din were vekirin. Lê belê dikare partiyek di hêla teknîka huquqê de be. Lê vê yekê bi tena serê xwe nabe çare, ji têkoşîna siyasî û demokratîk re. Pêwîst e karibe hinek tiştên nû çêbibin. Aştî tenê dikare bi siyaseta demokratîk were. Ji xwe li Tirkiyê huquq nîne. Tiştên ez dibêjim ez weke legal û îlegal nanirxînim. Tişta ku ez dibêjim qenal û têkoşîna siyaseta demokratîk e.
Dikare li Tirkiye xebateke hevbeş were meşandin. Mirov dikare bi beşên demokratîk re bi awayekî fireh were cem hev. Dikare pêwendî bi beşên ku berdewama THKO, Dev-Genç û wekî vana ne were çêkirin; vana jî dikarin tê de cih bigrin. Ev jî dikarin bikevinê. Elewî jî dikarin bikevinê. Her wisa beşên dîtir ên demokratîk jî dikarin bikevinê. Vana dikarin tiştên girîng bikin û dibe kû pêşiya siyaseta demokratîk vebe. Eger vê yekê bikin, dibe ku pêşiya siyaseta demokratîk vebe. Aliyê Tirkiyê yê têkoşîna demokratîk jî dikare bi vî rengî bê çêkirin.
MHP dixwaze herkesî radest bigre. Ji bo ku mirov karibe helwest û x etên faşîst û tund ên CHP û MHP derbas bike, bi derketin û çûyîna ji meclîsê nabe. Divê li meclîsê bimînin û li hemberî vê ferasetê têkoşînê bikin. Li pey Bahçelî û Baykal rêxistinên pir xurt hene. Bahçelî bi awayekî pir mezin bi rêxistî ye, vana mijara rêxistinbûnê pir baş dizanin. Baykal jî bi heman rengî bi rêxistî ye.
Ez bang li birêz Serokwezîr dikim. Min di nexşeya xwe ya rê de, ji bo pêşîgirtina li şîddeta heyî rêgezên pêwîst diyar kiribû. Hinekî bilezginî çêbibû. Lê dîsa jî min tiştên pêwîst gotibû. Tevahiya berpirsiyariyan, li milên min hatine barkirin. Bi vî rengî hikumet jî hemû barî ji min re dihêle, ev jî tenduristiya min xirab dike. Em dixwazin, ne şer, lê aşîtî pêk were. Hûnê projeya xwe ya aşîtiyê deynîn holê. Ji bo ku ez karibim rola xwe bilîzim, pêwîst e projeya aşîtiyê were raber kirin. Bila her tişt neavêjin ser milê min. Divê projeyeke demokratîkbûnê, bi dirûstiyê re were amadekirin. Û divê yekser têkevin nava liv û tevgerê. Ji xwe CHP û MHP alîgirên neçareseriyê ne. Ev heft sal in ku çareseriya demokratîk pêş neket. Ez ne li hemberî ti tiştê ku demokratîkin jî me. Di nava AKPê de xeteke demokratîk a Îslamî ku hinek samîmî ye, heye. Ez ne li hemberî vê ya me jî. Ji bilî MHP û CHP, di nava AKPê de jî kesên çareseriyê dixwazin hene û yên naxwazin jî hene. Eger tê xwestin ku ev pirsgirêk bê çareserkirin, divê ev xeta demokratîk were xistin nava liv û tevgerê. Û pêwîst e Serokwezîr projeyeke demokratîk têxe jiyanê.
Di rastî de niha li Tirkiyê du hêz hene. Yek ji vana: hêza hişk-tund û faşîst e ku di xeta Îttîhat Terakkî de ye. Ya din jî: hêzeke nerm e ku AKP- di nava AKPê de qismen demokrat hene- û qismen jî leşker tê de cih digrin. Di rastî de yên ku niha bi hev re pev diçin, ev her du hêz in. Her roj serbaz û general têne girtin. Sedema girtina vana şerê di navbera van her du hêzan de ye.
Di nava AKPê de xeteke demokratîk a Îslamî heye. Ev xeta Erbakan wanan e. Ev heft sal in hindurê vê xeta demokratîk a di nava AKPê de tê valakirin. Nava feraseta Îslam a demokratîk, bi Îslam a nerm ve valadikin. Hindurê wan tiştên ku AKP hem ji bo Kurdan hem ji bo Elewiyan û hem jî ji bo demokratîkbûnê dike, vala ye. Şendîller vexwandin komcivîna Elewiyan. Ev jî nîşan dide ku hindurê wê komcivîna Elewî ku çêkirine, vala ye. Hewl didin Kurdan bi riya Kurdan pasîfîze bikin. Ev jî wan tiştên ku ez dibêjim piştrast dike. Em ne dijberê Îslam a demokratîk in. Dikare pêngaveke demokratîk were avêtin.
Di cîhanê de Kapîtalîzma Anatolya, kapîtalîzma herî hovane ye. Ev kapîtalîzm, kapîtalîzma qûmar e. Kapîtalîzma ku li ti devera cîhanê nayê pêkanîn, li Anatolyayê tê pêkanîn. Vana dema malbatek avabikin, hinekî jî pere qezenç bikin, her wisa jinek, maşînek, û xaniyek bidest bixin, dev ji têkoşîna civakî berdidin. Rastiyên civakî ji neditî ve tên. Heta midaxale li têkoşînên civakî dikin û li pêş wan dibin asteng. Em dikarin bi siyaseta demokratîk û bi aşîtiyê re pêşî li vê yekê bigrin
Dema min di sala 1986an de yekemîn yekîne û gerîlayan şand Kurdîstanê, min gelek tişt ji wan re gotibû, min wan hişyar kiribû. Lê ez nikarim her tiştî zanibim. Mesela min karî piştî bist salan şûnde bizaniya ku Hogir bi Ergenekonê re têkildar e. Min pişt re karî ez tê derxim (ferqbikim) ku gelek kesên weke viya bi Ergenekonê re têkildar bûne. Bila ji her tiştî jî min biberpirsiyar negirin. Şêwaza me ya têkoşînê ne bi vî rengî bû. Vana gelek çete çêkirin; Çeteya Çarane (Dörtlü Çete), Hogir û Şemdîn an. Her wisa bi Ergenekonê re jî hevkariyê kirin. Weke Gundê Zangirtê avêtin ser gelek gundan û zar û zêç qetil kirin. Vana xwastin min jî bikujin. Bûyera Hesen Bîndal tê zanîn. Eger ez bidîqqet nebûma, wê min jî bikuştana. Pişt re ev feraset bi Osman û Botanan berdewam kir. Vana têkoşîna me jî heba kirin. Van mirovan ku çavê xwe ji înfaza gelek kesan re girtin, û kuştina wan misoger kirin, pir bi hêsanî çûn bi yên dîtir re hevkarî çêkirin. Vana hewldan têkoşîna me, feraseta me ya têkoşîna demokratîk û nirxên me vala derxinin.
Ez naxwazim ku ne leşker ne jî gerîla bimrin. Û bi rastî jî ez pir bi ber vê yekê dikevim. Bila mirovên Anatolyayê nemirin, bila berxên Anatolyayê nemirin.
Di bûyerên li Mûşê de du kes jiyana xwe ji dest dane. Ev kes ne karsazekî (esnaf) wisa ji rêzê ye, wezîfedarê taybet ê dewlet e. Weke vê li Bedlîs, Sêrt û gelek deveran, tevahiya vana li herêmê birêxistîne. Li derdora vana hîn gelek kes hene. Ez ji hinek sernivîsên rojnameyan dikarim vana têbigihîjim û dikarim van encaman derxînim. Bi hezaran ên weke vî hene ku li Amedê jî, li serêkoşeyên ku neyên hişê û xeyalên mirov li bendê disekinin hene. Vana li benda roja komkujiyê ne. Li bendê ne ka wê kînga komkujî çêbibe. Eger komkujî çêbibe, tevahiya vana di rewşa bendewariyê de ne ku êrîş bibin ser Kurdan û Kurdan bikujin. Berî vê jî gelek kes li Serêkaniyê, Wêranşehr, Riha û Amedê hatin gulebarankirin û hatin kuştin. Vana jî dikarin her kêliyek penc kes, deh kesan bikuj in. Pêwîst e gel jî xwe li hemberî vê yekê biparîz e. Eger li hemberî vêya amadekariya te ya parastinê nebe, ez rast û bitenduristî nabînim ku mirov bi vi rengî bimrin. Ez daxwaziyên xwe yên sersaxiyê pêşkêş dikim ji malbatên yên ku li Kopê jiyana xwe wenda kirine. Ez daxwaziya xwe ya sersaxiyê ji malbata ciwanê jiyana xwe ji dest daye; Aydin Erdem re jî radigihînim. Ez silav û hêzkirinên xwe ji malbatên wan re radigihînim.
Dibêjin ku ez li vê derê gef li dewletê dixwum. Nexêr, ez gef li ti kesî naxwum. Tê gotin ku min ji wan re gotiye “artêşa pispayeyan” (alçaklar ordusu). Darêz (hakim) cezaya min a hucrê erê kiriye. Darêziya (Hakimlik) Înfazê cezayê erê kiriye, lê mafê min ê îtîrazê heye. Ezê îtîraza xwe bişînim Dadgeha Cezaya Giran. Ev dibe 12. Cezaya hucrê ku ji min re tê dayîn. Helbet vana ne tiştên rast in. Ez gef li ti kesi naxum, tenê tespît dikim. Min ti tiştek li hemberî kesên li meclîsê negot, weke takekes ji ti kesî re jî tiştekî nabêjim. Ji kesayetiyên wan re tiştekî nabêjim. Tişta ku ez dibêjim ji bo wê hişmendiya (zihniyet) ku li bin asta xeta siyaseta demokratîk û aşîtiyê de –kêm û di nizmiyê de- dimîne ye. Ti tiştekî min ê neyînî li hemberî kesan çê nabe. Min vana li hemberî feraseta ku li meclîsê ye, lê naxwaze pirsgirêkê çareser bike, got. Min wê peyvê di vê wateyê de bikaranî.
Min vana di daxwaznameya ku ji darêzê înfazê re nivîsî de jî diyar kir. Min ji heyeta ku bi min re hevdîtin çêkiriye re jî got. Darêz li huquqê û zagonan meyze dikin. Bûyerê di çarçoveya teknîka teng a huquqê de dinirxînin. Di encam de huquqa li pêşiya wan çibe, wê jî bi rengekî teng şîrove dikin û pêdiviya wê bi vi rengî pêktînin. Tişta ku ez dibêjim tişteke wisa ye ku huquqê derbas dike.
Dema ku ez li vê derê diaxivim û rexne jî dikim, ne wisa bi riya xwe sipartina ser kesî dibêjim. Gelê min û dostên min ên ku ji min bawer dikin hene. Ez xwe dispêrim gel. Wekî din dostên min ên ku destek didin min hene. Wê vana di demên teng de, alîkarî jî bikin. Baweriya min bi hêza min heye. Û ez xwe dispêrim hêza xwe.
Ez silavên xwe ji hevalên di girtîgehên Bîngol, Betlîs, Amed û Sîrtê de ne re radigihînim. Ez silavên xwe ji gelê me re radigihînim.