EYN ÎSA – Çavkaniyên me ên herêmê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de êrişî gundên Cehbel, Mişêrfê, Mielek, kampa Eyn Îsa û rêya M4 dike.
Şervanên QSD`ê di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişan didin.
Li gorî agahiyan şer berdewam e û kuştî û birîndarên artêşa Tirk û çeteyan hene.