NAVENDA NÛÇEYAN – Di 20’ê Çileya 2018’na de ji aliyê Hêzên Nato bi serkêşiya dewleta Tirk ve li herêmê ji bo şer hin planan rû da. Ev plan di encama kombûyîna komek ji tevgerên ENKS’ê û hêzên derve hat pêkanîn. Dixwastin ku bi DAÎŞ’ê gelê Efrînê bidin tirsandin, lê belê gelê Efrînê jî berxwedana gelê Kobanê ya li hember DAÎŞ’ê nûjen kir. Ji ber vê yekê jî dijmin wisa bi hêsanî rastî teslîmeyetekê nehat, heta mirov dikare bêje ku bi berxwedana gel re planên wan yên dagirkeriyê pûç bûn, di nava berxwedana serdemê de ji kesê herî biçûk bigire heya ya herî mezin her kesî cihê xwe di nava vê berxwedana dîrokî de girtin. Di asteke pêş de gel bi şervanên xwe re parastina herêmên xwe dikirin, derfeta ku were radestkirin nedidan. Lê belê di vir de mirov dikare ji hovîtiya hêzên faşîst zêdetir dijminatiya PDK’ê li ber çavan bigire. Di wateya hîna rastir de mirov dikare bêje yej ji sedemên bingehîn ya ku hêştiya bajarê Efrîn were dagirkirin dijminatiya ENKS’ê û rêxistinên wê ve bû. Dîsa jî li hember kurdên ku dijminatiyê ji netewa xwe re dikin kurdên ku netewa xwe û netewên bindest diparêzin jî derketin bi taybet mirov dikare vê di nava berxwedana serdemê de binirxîne kesayetên weke Avêsta, Jînda, Eylem, Barîn û bi sedan lehengên din jî hene.
Di nava berxwedana serdemê de tiştê ku herî zêde dijmin tengezar kiriye berxwedana jina ye.
Di nava berxwedana serdemê de jin bi rola xwe ya pêşengtiyê rabûn, jin bi yekîneyên xwe yên parastina jin, hêzên parastina cewherî û bi hêza xwe ya polîtîk û exlaqî ve derketin pêş. Bi îrade û cesareteke xurt xet û riya berxwedanê dan pêşiya xwe, ev îradeya ku pê li berxwedane jî bingeha xwe ji dîroka jinên kurd yên ku Sarayan, Zîlanan û Sefiyan ve girtiye.
Jinan di çepera şer de cihê xwe di xeta pêş de girtin bi hemû baweriya ku ji tevgeriya azadiya jinê girtine şerkirin, her wiha dayîkên ku nikarîbûn çek bigirin destê xwe bi amadekirina xwarinê ji şervanê di çeperan de rola xwe lîstin. Yanê jinên Efrînê heya dawiyê li rex şervanên xwe man û bi hev re berxwedanî dikirin. Di heman demê de ev ji bo hêzên faşîst û dagirker ve, bi taybet jî piştî ku şehîd Avêsta Xabûr çalakiya xwe ya fadeyî pêkanî ji bo dewleta Tirk metirsiyek avadikir mezin avakir. Di sekn û helwesta şehîd Avêsta de diyar bû ku wê jinên berxwedêr tu carî hêzên desthildar nebin. Ji ber vê yekê jî berxwendana serdemê ya qonaxa yekem dîroka xwe bi lehengî nivîsand.