EYN ÎSA- Çavkaniyên me ên ji herêmê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê v sibehê êrişî gundên Mişêrfe û Cehbel, Mielek, kampa Eyn Îsa û rêya M4 kirin, lê şervanan QSD`ê di çarçoveya parastina rewa de bersiv da û êriş têk birin.
Di navber artêşa Tirk û şervanên QSD`ê de şerekî dijwar qewimî. Di encama de gelek çete hatin kuştin û birîndar bûn. Her wiha termê du çeteyan ket destê şeravnan.
Her wiha di encmama topbarana dewleta Tirk a li ser gundan de, 2 şênî ji gundê Cehbel şehîd bûn.
Şer cih bi cih didome.