ŞENGAL – Şêniyên Şengalê ji bo Fermandarê YBŞ’ê Azad Êzdîn û endamê YBŞ’ê Enwer Tolhildan ên di êrîşa duh a dewleta Tirk de şehîd bibûn, danê sibehê daketin qadan. Piştî ku wecîbeyên olî bi dawî bûn, ji bo bispêrin axê ber bi şehîdgehê ketin rê.
Rêveberên Meclîsa Xweser a Şengalê, nûnerên saziyên li Şengalê kar dikin, şêniyên Şengalê ligel şervanên YBŞ û YJŞ’ê re li şehîdgehê ku merasîm lê hate lidarxistin hatin cem hev.
Cenaze li ber dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ hatin veşartin.