NAVENDA NÛÇEYAN – Qonaxa duyemîn ya Berxwedana Serdemê, dagirkerî ye. Piştî ku gel û civaka Efrînê 58 rojan berxwedana xwe didomîne bi dijminatiya PDK’ê, piştî dîroka 18’ê Adara 2018’an herêmê Efrînê tê dagirkirin, ji ber vê jî serdema duyemîn weke serdema dagirkirinê û xiyanetê ve tê bi navkirin. Ji dema dagirkirinê heya niha gavên ku hatine avêtin û polîtîkaya ku hatî meşandin bê navber xwe didomîne, bi taybet jî mirov dikare ji aliyên weke rêbaza binçavkirin, talan, revandin, tacîz û hwd kiriyarên hîna hovtir jî hene, ku xwe heya niha didomînin bide. Armanc ji meşandina van rêbazan ewe ku gel û civaka Efrînê bidin tirsandin, dibe ku mirov vê tenê weke ku gel bidin tirsandin pênase bike, lê ev pênase tenê têra va zihniyet û armancên wê ve nake, ji ber ku sîstemeke têra xwe kûre. Di heman demê de ev ji bo dîroka Kurdistanê tiştekî nû nîne, dîroka gelê kurd piraniya wan bi qirkirin û kuştinê ve hatiye neqişandin, şerê Efrînê yê ku yek ji bajarên cihê xwe di nava şerê cîhanê yê sêyemîn de digireye, ew jî berdğjewamiya komkujiya Dêrsim, Mereş, Helebçe, Koçkirî û bi dehan komkujiyên dine. Ji ber vê jî polîtîkayên ku li ser gel û civakê ve tê meşandin hemanin, bi taybet jî ya ku li ser jin tê meşandin jê hev cuda nînin tenê dibe ku yek ji yan dinê hovtir be tenê ferqa wan eve. Bi taybet mirov dikare bêje ku polîtîkayên li ser Şengal û Efrîn ve bi taybet dişibin hev du. Ev 72’ê fermanên şengalê îro ya 73’an li ser Efrînê ye. yanê fermana 73’an Efrîn e. Dema ku li Şengalê şerê DAÎŞ’3e hatibû destpêkirin bi hezaran jin hatin revandin, kuştin, firûtin, şewtandin, tecawiz kirin û di temenek biçûk de bi DAÎŞ’ê re hatin zewicandin. Îro li Efrînê jî heman polîtîka li ser jinan tê meşandin ji ber ku hejmarên jinên ku hatine revandin û binçav kirin bi hezaran e, ji aliyê çeteyan ve ji bo van jinan zîndanên taybet hatine çêkirin. Di nava van zîndanan de çarenûsa van jinan çiye kes nizane, lê bi qasî ku tê zanîn, jinên ku karîne xwe xilas bikin dibêjin li vê derê heqaret li keramet û şerefa jinê tê kirin. Di qonaxa duyemîn de qurbanê herî mezin jin bû. Ev çeteyên dijmina mirovahiyê diçûn mala û hîn jî diçin nava malan jinan ji pêş çavên malbata wan digirin û kesek nikare dengÊ xwe bike yê ku dengê xwe bike jê re efû nake, dema ku van jinan digirin gel xwe, van jinan tecawz dikin û hemû karên xwe pê dikin herî dawî jî yan wê bikujin yan jî bavêjin cihekî. Bi vê mînakê re mirov dikare hemû polîtîkayên ku li Efrînê di şexsê jin de tê meşandin fêmbike.
Heta gihîşt asta ku jinên du canî jî bêne binçavkirin, ew jinên du canî ku hatine binçavkirin, lêdan li ser wan hate bikaranîn. Ev yek jî ne tenê li ser jinan bi awayekî xirab vegerî, bi awayekî ne baş bi ser zarokan jî bandor kir. Her ew zarok weke mirovê ne li ser hişê xwe ye û piskolojiya wan ne bi awayekî sîstametîk bi civatê re dide û distîne.
Lê dema ku gelê Efrînê hatine Şehbayê ew rihê berxwedanê li vê derê jî ji nû de avakirin û têkoşîna Sefiyan ji nû de zindî kirin. Her jineke ku niha li Şehbayê dimîne ji bo tolhildana jinên ku di nava vê şerî de bûne qurbanî li hember dijmin bi kînin û hêstirên tolhildanê ji çavên wan tê. Bi baweriya ku wê têkoşîna Avêsta û Barînan tenê li Efrinê nemîne jiyan dikin û li berxwe didin.