NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandarê mezin Baran Mawa îro jî Şehîd Serdem Pîr ê ku li Cizîrê şehîd bû vedibêje.
Nirxandinên Şehîd Baran ên Ku li ser Şehîd Serdem Pîr wiha ye:
Hevalekî din ku li Cizîrê bû heval Serdembû. Navê wî yê li Cizîrê Fuat bû. Ev heval jî bi heval Harûn re di heman dewreyêde bû. Di zivistana 2013 û 2014 an de Li Akademiya Şehîd Elî Çîçek perwerde dît. Di dewereyê de hevalekî ku bi safbûn, paqijbûn û sempatîkbûna xwe dihate naskirin. Hevalekî ku herkesî jê pir hez dikir bû. Dema ku mirov li heval Serdem mêze dikir, Mirov ji xwe re digot ‘’ Di nava cîhanekî evqas qirêj de çawa kariye evqas paqij bimîne? Mirov çawa dikare xwe ewqas paqij bihêle û biparêze.’’ Mirov digot ev heval di muzeyêde mezin bûye, di şikeftande mezin bûye qirêjiya moderniteyê û kapîtalîzmê hîç negihaştiye wî.
Hestên wî, fikrên wî, gotinên wî nêzîkatiyên wî û têkiliyên wî ewqas paqij û ewqas safbûn ku mirov bi rastîjî li hember heval Serdem matmayî dima. Li hember Heval Serdem mat nemayîn ne mumkun bû. Di dewreyê de heta dawiyê kesek rexneyek li wî nekiribû. Platforma wî veguherî pesindayînê. Di heval serdem de tucarî nîyetek xerab nedihate dîtin. Her bi hest û fikrên paqij jiyan dikir, hevalan jî wisa dinirxand. Ew jî piştî dewreyê perwerdeyeke leşkerî dît û derbasê qadê bû. Heval Serdem bi Nisêbînê destpêkir. Pratîka wî ya yekemîn evder bû. Heval Serdem di dewreyê de çawa ewqas dihate hez kirin, di qada pratîkê de jî heman şeklê bû. Di Nisêbînê de rêxistinbûneke pir cîddî da avakirin. Rêxistinbûna heval Sedem dida avakirin, ne rêxistinbûneke ku wisa seranser û zû berbelav bibe bû. Rêxistinbûneke kûr bû. Kesên ku wî rêxistin dikir jî wek wî bi awayekî paqij û saf bi rêxistinê dihate girêdan. Demeke dirêj li Nisêbînê kar meşand. Bi rastî jî di Nîsêbînê de ciwanan xiste hêz. Piştre jiber ku li Cizîrê valahî çêbû vesaziya wî li Cizîrê çêbû. Piştî şehîd Êrîş derbasê Cizîrê bû. Jiber ku pêwîstî bi hevalekî ku karibe cihê wî dagire hebû û ew jî heval Sedem bû. Dema ku heval Serdem derbasî Cizîrê bû liwir hinek rewşên neyînî hebûn. Hinek çalakiyên zerar daûn gel hebûn, çalakiyên şaş hebûn. Piştî ku heval Serdem çû ev pratîk yekser hatin qutkirin. Jixwe ji heval Serdem re wisa hatibû gotin û wî jî wisa kir. Tevahiya ciwanên Cizîrê bi heval Serdem ve hatibûn girêdan. Piştî ku wî Cizîrê Komkir vê carê ciwanên Nisêbînê her daxwaza heval Serdem dikirin. Bi caran daxwaz kirine û bi caran pêşniyarkirine ku heval Serdem carekedin biçe Nisêbînê. Piştî ku Heval Axîn jî çû Cizîrê û Cizîr hinekî kombû, Wê demê li Nisêbînê hinek pirsgirêk hebûn. Vesaziya heval Serdem di wê demê de li Nisêbînê çêbû. Jixwe Heval Bota şehîd ketibû, heval Serdem wê biçûya şûnâ wî dîsa. Lêbelê jiber ku dorpêç destpêkir, nikaribû biçûya Nisêbînê û di dorpêçêde ma.
Heval Serdem Ewqas zû pêşdiket ku di her qadê de di nava demeke pir kinde di leşkerbûn û şerde bibû kesekî jêneger. Hevalan digot eger heval Serdem ji Cizîrê derkeve wê zehmetî bên jiyankirin. Di wê pêvajoya destpêkêde 9 rojên ku qedexeya derketina derve hate ilan kirin de êrîşên herî zêde liser taxa Nûr hate pêşxistin û Heval Serdem berpirsiyarê wî taxê bû. 9 rojan di wî qada ku berpisiyariya heval Serdem de bû dijmin yek gavek jî nikaribû bavêta.
Hevalekî ku herkesî jê hez dikir, rêz jêre digirt û jê bandor dibûn bû. Em tam nizanin heval Serdem di roja çendan de şehîd ket; lêbelê birîndar bibû. Giran birîndar bibû, ji lingên xwe jî birîndar bibû. Bi rastî jî cihê ku heval Serdem rêxistinî çêdikir ew rêxistinên wir jî dişibîne taybetmendiyên wî. Te nikaribû yek pratîkekî heval Serdem ya şaş bidîta. Cihê ku ew lê berpirsiyar bû pratîkek şaş, çalakiyek şaş dernediket. Têgihaştina wî ya rêxistinê pir paqij û pir saf bû. Heval Serdem safbûn û paqijbûna PKK ê di xwe de komkiribû. Heval serdem wî rastiya PKK yî bûnê dixwe de temsîl dikir.