HESEKÊ – Li Hesekê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ewlekariya bajêr tê girtin. Bi êrîşa çeteyên DAIŞ’ê re çeteyên DAIŞ’ê li bajar belav bûn û li dijî sivîlan dest komkujîyan kirin.
Ji qonaxên êrîşan ewil ên li dijî girtîgehê ciwanan cihê xwe di refên herî pêş de girtin. Piştî ku girtîgeh ket di bin kontrolê Ciwanên Şoreşger dest bi ewlekariya bajêr girtinê kir.
Ciwanên ku li navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Hesekê li hev diciviyan, xebatê di navbera xwe de parve dikin û li hemû taxên bajêr dewriye davêjin û ewlehiyê pêk tînin.
Endamên Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên ku li kolanan de nahêlin çûk bifirin, ji aliyê gel ve rastî eleqeyeke mezin tên. Weke ajansa Nûçe Ciwan, li navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Hesekê me nêrînên ciwanan wergirtin.
Endama Yekitiya Jinên Ciwan Esma Muhammed: Em weke endamên Yekitiya Jinên Ciwan li dijî vê pêvajoyê xwe bi rêxistin kirin. Em ê vîna DAIŞ’ê bişkînin û wan ji kolan û taxên xwe derbixin.
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ezîz Îdrîs jî got: Em weke ciwan garantorê şoreşa Rojava ne. Heta ku kolanên xwe ji endamên DAIŞê paqij nekin em ê dev ji kolanan bernedin, em ê nobedê bidomînin.”
Tedbîrên ciwanan ên li dijî DAIŞ’ê dewam dikin.