HESEKÊ – Îro li Hesekê Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî polîtîkayên êrişker ên Dewleta Tirk daxuyaniyek dan.
Piştê ku DAİŞ’ê êrişê hepsê kir ciwanan demeke kurt de xwe gihandin hepsê û cepha pêş de ketin şer. Heta Roja îro ciwanên ku asta herî jor de di nava parastina bajêr de cih digrin, îro li dijî polîtikayên TC ên ku bi ser navê DAIŞ’ê pêk tên de daxuyaniyek da.
Daxuyaniya ciwanan wiha ye:
Ji bo raya giştî:
Li ser navê Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan em bangawaziya ciwanên Hesekê û Rojava dikin kul i dijî planên qirêj yê TC û Erdoğan baldar bin.
Ev planên qirêj li dijî demokrasi û biratiya gelan pêk tê. Li hember vê erk û berpirsiyariya ciwanan ewe ku her tim amade bin û berxwe bidin.
Ev êrişa Hesekê her çiqas li ser navê DAIŞ’ê pêk bê jî bi easî ji aliye TC’yê ve pêk tê. Li dijî vê şerê taybet emê wek ciwanan xwe biparêzin û emê teqez li ser bikevin.