NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî nêzîkê du mehan di girtîgehê de, çar ciwanên şoreşger ên ku piştî çalakiya serketî ya OPCW di 3’ê Kanune a 2021ê de ji aliyê dewleta Hollandayê ve hatibûn girtin, dîsa azad in. Dewleta
Hollandayê ya ku xwest tola xwe ji ciwanên ku rastiyan eşkere kirin û navê sûcdaran bilêv kirin
hilîne, li ber berxwedan û hevgirtinê nekarî li ber xwe bide.
Azadkirina ciwanên şoreşger ên DenHaagê serkeftina berxwedan û têkoşîna me ya hevpar e û encama hevgirtina navneteweyî ye. Di pêşerojê de jî, ciwanên Kurd û enternasyonalîst ên Ewropayê wê li dijî sûcên faşîzma Tirk û
hevkarên wê yên Ewropayê serî netewînin û dengê xwe bilind bikin. Têkoşîna li dijî polîtîkaya
krîmînalîzekirinê û çewisandina dewletên Ewropayê divê bênavber bidome, rêhevalên me hê jî di
zindanên dewletên Fransa û Elman de ne û zilme li wan tê kirin. Heta hemû hevrêyên me yên girtî
azad bibin, em ê weke TCS û TEKO-Jin têkoşîna xwe bê navber bidomînin.
Têkoşîna gelê Kurd ne sûc e – deng bide!
Ji hemû girtiyên siyasî re azadî!