HESEKÊ – QSD’ê vê êvarê kongreyeke çapemeniyê li bajarê Hesekê li dar xist. Di kongreyê de endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed axivî û diyar kir ku planeke mezin a DAIŞ’ê û alîgirê wê têk birin.
Newroz Ehmed hurguleyên êrişê û bersivdayîna wê eşkere kir û got:
“Şaneyên DAIŞ’ê bi erebeyeke bomebebarkirî êriş dan destpêkirin, hin ji wan derbasî girtîgehê bûn. Li gorî planan wan; destekê ji derve werbigirin, lê hêzên me me bi lez mudaxele kirin, girtîgeh û derdora wê dorpêç kir û plana wan têk bir. Dorpêçkirin gava yekemîn a bersivandina êrişê bû û me gav bi gav dorpêç li şaneyan teng kir. Di hundirê girtîgehê de bi hêzên me re ketin nav şer, lê hatin têkbirin, yên ku şer nekirin xwe teslîm kirin û ji bo navendên din hatin veguhestin. Ji bo girtiyên din niha navendên din tên amadekirin.
Newroz Ehmed destnîşan kir ku êriş hemwextî dîroka ragihandina Rêveberiya Xweser û êrişên li ser Efrînê pêk hatin û wiha domand: “Em hemû dizanin ku ev dîrok ne tesaduf bû, em dizanîn ku ev êriş bi planeke derve, di serî de dewleta Tirk a dagirker pêk hat.”
Newroz Ehmed eşkere kir ku 10 hezar şervan beşdarî vê pêngavê bûn û diyar kir ku şêniyên taxên Xiwêran û Zihûr destek dan hêzên wan.
Newroz Ehmed wiha domand: “Şerên dijwar hebûn, lê hêzên me bi baldarî û hişyarî tevdigeriyan, da ku tu ziyan negihêjin sivîlan ku şaneyan di êrişên xwe de wan wekî mertalên zindî bi kar dianîn.”
Newroz Ehmed spasiya şêniyên her du taxa û şênyên bajar û Hêzên Parastina Civakî kir ku destek dan hêzên wan.
Têkildarî hejmara kuştiyên DAIŞ’ê jî Newroz Ehmed got: “Hejmareke mezin a çeteyên DAIŞ’ê yên êriş kirin hatin kuştin, lê heta niha me hejmara dawî negirtiye, di demên pêş de em ê hejmarê eşkere bikin.”
Newroz Ehmed diyar kir ku plan mezin bû, dixwestin ku li gelekên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di nav de Reqa, Dêrazorê û Holê tevliheviyê derxînin. Her wiha diyar kir ku operasyonên lêgerînê li herêmên din berdewam e, heta ku dawî li şandeyên din ên DAIŞ’ê were.
Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed di dawiyê de got: “Hejmareke mezin a çeteyên girtî di girtîgehên hêzên me de ne, bidawîkirina xeteriya wan ne berpirsyariya hêzên me û gelê herêmê tenê ye, lê belê berpirsyartiya civaka navneteweyî û hêzên navneteweyî ye, divê vê berpirsyartiyê pêk bînin.”