HESEKÊ – Piştî ragihandina QSD’ê vê êvarê ya kontrolkirina giştî li ser girtîgeha Xiwêran û radestkirina çeteyên DAIŞ’ê, li tevahî Hesekê şahî hatin lidarxistin.
Vê êvarê ji ber serkeftina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û kontrolkirina giştî ya girtîgeha Sînaa û radestkirina çeteyan li tevahî Hesekê şahî hatin lidarxistin. Ew yek jî piştî şer û pevçûnên xurt yên hefteyekê li girtîgeha Sînaa û derdora wê pêk hat.