NAVENDA NÛÇEYAN –
Kobanê di 26’ê Çileya 2015’an de hat rizgarkirin. Piştî berxwedana Kobanê gelek serkeftin hatin bidestxistin û berxwedana Kobanê bû destan.
26 Çile salvegera rizgarkirina Kobanê û serkeftina nû ya Hesekê ye. Ev serkeftin bû qonaxa duyemîn a bilindkirina berxwedana li dijî DAIŞ’ê. Ev şerê ku dewleta Tirk a dagirker di sala 2015’an de li Kobanê û di bin navê DAIŞ’ê de dabû meşandin îro li Hesekê careke din têk çû.