NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî navên şehîdan ragihandin.
QSD’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Ji destpêka şoreşa me ve êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên me dewam kirin û bi hevkariya hêzên navdewletî bajarên me Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin.
Dewleta Tirk a dagirker her dem li pêşiya têkoşîna me ya li dijî terorê bû asteng û her dem piştgiriya terorê kir. Bi taybetî têkiliya dewleta Tirk a bi DAIŞ’ê re qet qut nebû û her tim hewl da bi rêya DAIŞ’ê aramiya herêmê têk bibe, tevliheviyê derxe û bixe bin serweriya xwe.
Têkilîya rasterast a dewleta Tirk bi DAIŞ’ê re careke din derket holê. Nêzî 200 çeteyên DAIŞ’ê yên piraniya wan ji herêmên dagirkirî, Serêkanîyê û Girê Spî, bi plansaziyeke berfireh êrişî Girtîgeha Sinaa ya Hesekê kir ku 5000 çeteyên DAIŞ’î lê girtî ne. Bi revandina çeteyên girtî, di serî de li Hesekê, xwestin li tevahî herêmê rê li ber qirkirin û dagirkeriyê vekin.
Çeteyên DAIŞ’ê êvara 20’ê Çileyê saet derdora 19:30’an, bi seyareyên bombebarkirî êrişa ser girtîgehê pêk anîn. Bi êrişan re çeteyên di girtîgehê de jî xwest xwe xilas bikin û birevin. Bi destwerdana lez a hêzên me ev plana wan ji destpêkê ve pêk nehat û têk çû. Di têkçûna vê êrişê de baldariya şervanên me û berxwedana wan a li dijî çeteyên DAIŞ’ê, hem pêşî li dagirkirina herêmê girt û hem jî rê neda ku careke din xîlafeta sexte li herêmê serwer bibe. Bi vê êrişê re di serî de dewleta Tirk a dagirker, li bendê bûn ku tiştê xeyal dikirin pêk were. Lê şervanên me ew bendewariya wan di qirika wan de hişt.
Di vê berxwedanê de keç û xortên qehreman ên gelên me zîrekbûn û wêrekiyeke mezin nîşan da. Di 2 rojên destpêkê da 11 qehremanên me bi fedakarî û bi ruhê fedayî şer kir û gihîştin şehadetê. Têkoşîna wan a di vê berxwedanê de, parastina destkeftîyên şoreşê ye ku bi hezaran şehîdan hatiye bidestxistin. Em jî soza xwe careke din nû dikin ku em ê bi israr gelê xwe biparêzin û li ser şopa şehîdên xwe bimeşin.
Nasnameyên pakrewanan wiha ne: