REQA – Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan li ber avahiya navenda ciwanan kom bûn û daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê hevseroka Yekitiya Werzîşê ya Reqayê Nisrîn El-Xelef ve hate xwendin. Daxuyanî wiha ye:
“Em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan heftemîn salvegera rizgarkirina bajarê Kobanê ji hovîtiya rêxistina terora DAIŞ’ û çeteyên Erdogan, pîroz dikin. Berxwedana ku wê demê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye meşandin, ne berxwedaneke asayî bû, wê berxwedanê Sûriye û hemû cîhan ji xetereya rêxistina DAIŞ’ê parast.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rizgarkirina bajarê Kobanê di 26’ê Çileya 2015’an de destpêka têkçûna DAIŞ’ê bû, piştre serkeftinên li pey hev piştî berxwedana Kobanê veguherîn destanekê.
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di van demên dawîn de DAIŞ’ê bi piştgiriya Erdogan û çeteyên wî, hemwextî salvegera rizgarkirina Kobanê û dagirkirina Efrînê bi armanca têkbirina aramî û ewlehiya herêmê, êrişî girtîgeha Xiwêranê kir û wiha hate gotin: “Lê bi alîkariya QSD’ê hemû planên wan ên qirêjî û bi ruhê berxwedanê ku ji xwîna şehîdên wekî Arîn Mîrkan û Rizgar û hemû şehîdan, hatin pûçkirin.
Em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li Reqayê soza şopandina têkoşînê ji bo bidestxistina azadî û serketinê li hemberî her cure dagirkerî, mêtingerî û zilmê, ji bo bidestxistina şoreşa azadiyê ya hemû gelên herêmê, didin û em amade ne ku li hember hemû gef û êrişan parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin û destkeftiyên wan biparêzin. Berxwedana Kobanê ya bi pêşengiya jinan di parastina hemû mirovahiyê de li dijî DAIŞ’ê roleke mezin lîst.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû gelên azadîxwaz û demokrat hat kirin ku li hember hemû metirsî û êrişên ku vîna jinan û îradeya gelan dikin hedef, bisekinin.