NAVENDA NÛÇEYAN –
Aslan ASLAN nivîsand
Di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê derketin meydanê û di nava demeke kin de ji Mûsil heta Şengal û gelek deverên Iraq û Sûrî dagir kirin.
Di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê derketin meydanê û di nava demeke kin de ji Mûsil heta Şengal û gelek deverên Iraq û Sûrî dagir kirin. Ev çeteyên ku heta wê rojê kesî navê wan nebihîstibû êdî bibû bela serê cîhanê. Di serî de li ser axa Rojhilata Navîn dest bi êrişên qirkirin û dagirkeriyê kirin. Piştre jî li Ewrûpa, Amerîka û gelek welatan heman tişt kirin. Yekane hêza ku li dijî wan sekinî jî gerîla û şervan bûn. Gerîlayên PKK’ê li Şengal, Mexmûr û Kerkûkê çok li DAIŞ’ê şikandin. Her wiha nehiştin ku bigihêjin hedefa xwe.
Li Rojava jî şervanên YPG, YPJ û QSD bi heman berxwedanê rabûn. Di nava çend mehan de jî di serî de li Şengal, Kobanê, Reqa, Minbic, Tebqa û gelek deverên din dawî li hebûna DAIŞ’ê hat.
DAIŞ qediya bû, lê pirsgirêk tenê ne qedandina wê ya leşkerî bû. Ji ber ku di dema şer de di ser 5 hezar çeteyan re girtî hebûn. Ev girtî jî li Rojava bûn. Ji bo wan girtiyan li Hesekê cihek hat çêkirin. Ew girtiyên DAIŞ’î ne tenê ji Rojhilata Navîn bûn. Ji çend welatên Ewrûpayê jî welatiyên wan hebûn. Rêveberiya Xweser a li Rojava ji bo wergirtina wan girtiyan dehê caran bang li wan welatan kir. Lê kesî deng nebir xwe an jî bi zanebûn li wê derê hiştin. Ne tenê çeteyên DAIŞ’ê, malbatên wan û zarokên wan jî li Rojava bûn. Wekî bombeyek ku pîma wê hatibe kişandin û li ber teqînê be her tim amade bûn. Her kesî jî dizanîbû ew çeteyên girtî wê li Rojava bibin bela. Ew roj jî di 20’ê Çileya 2021’ê de pêk hat. Wê rojê bi amadekariyeke mezin ji bo revandina çeteyan êrişek pêk hat. Êriş li girtîgeha herî mezin a çeteyan Hesekê çêbû. Şervanên QSD’ê û hêzên ewlekariya hundirîn jî dest bi operasyonan kirin. Di demeke kin de piraniya çeteyên xwestin birevin girtin.
Amadekarî û hedefa çeteyan li Hesekê mezin bû. Wan digot ewê tevahiya çeteyan derxînin derve û wekî sala 2014’an dewam bikin.
Di serî de rojava wê li gelek deveran dîsa dest bi êrişên qirkirin û dagirkeriyê kiribana. Bêguman di vir de alîkarî û hevkariya dewleta Tirk heye. An jî mirov bêje yekser planeke dewleta Tirk bû. Eger tevahiya çeteyan derketibana derve wê li ser axa Rojava komkujiyên mezin çêbûna. Her wiha di encama şer û aloziyê de wê dewleta Tirk dest li Rojava werdaba. Ji derve wê gelek hêz ketibana nav meseleyê. Lê hêzên ewlekariyê bi canê xwe dawî li vê plana qirêj anîn. Dema mirov li dîmenên operasyonan û şerê li Hesekê dinêre gelek pirs di serê me de çêdibin. Ya yekemîn wan çeteyan ewqas sîleh û çekên giran ji ku anîn ? Hevkarî bi kê re kirin û ew wêrekiya ku karibin tevahiya çeteyan ji girtîgehê birevînin ji ku anîn ?
Çeteyan ji bo êrişek wiha bi salan amadekarî kirine. Her wiha rejîma Sûrî û dewleta Tirk jî perçeyek wê êrişê ne. Hêzên navnetewî yên li herêmê jî çavê xwe li êrişek wiha girtin. Bêguman ne mumkune ku hêzên ji derve amadekariya êrişek wiha nebîhistibin. Wan dizanîbû lê guhê xwe girtin. Ji ber ku ew rewşa aloz wê li hesabê wan hatiba. Lewma mirov dikare bêje berpirsiyariya vê êrişê di histuyê wan de ye jî. Eger mirov biçe beriya çend salan wê bê dîtin ku êrişek wiha her tim li ber derî bû. Hê jî ev xeterî bi dawî nebûye. Heta ku welatên cîhanê wan çeteyan nebe welatên xwe û wan mahkeme neke wê û ji ber sûcên navnetewî ceza neke wê dawî li vê aloziyê neyê. Divê ew çete li dadgeheke navnetewî werin darizandin û ew welat û hêzên hevkarî bi wan re kirine jî werin cezakirin. Di rewşeke wiha de jî di serî de Tirkiye û gelek welat wê têkevin bin barê vî sûcî. Lewma jî tişta niha bê kirin ev e.
Rêveberiya li Rojava dikare giranî bide ser vê mijarê. Heta ku ew çete li ser wê axê bin wê xeterî bi dawî nebe. Mesele ne girtina wan e, mesele darizandina wan e.
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA