ŞEHBA – Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê, di çarçoveya pêngava “Tolhildan” de meşa yekem li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê da destpêkirin.
Meş bi diruşma ” Bi xwe rêxistinkirinê em ê dagirkeriyê têk bibin şoreşa jinê misoger bikin` hate lidarxistin. Bi sedan ji endamên Yekitiya Jinên Ciwan, endamên Tevgera Hîlala Zêrîn, endamên saziyên Rêveberiya Xweser beşdarî meşê bûn.
Meş li ser rêya di navbera navçeyên Babinis û Fafînê de dest pê kir. Endaman alên Yekitiya Jinên Ciwan û wêneyên rêberê gelan Abdullah Ocalan hildan, siloganên “jin jiyan, azadî”, “Bijî serok Apo” berz kirin.
Meş li pêşiya mizgefta mezin a li navçeya Fafînê rawestiya li wir govendek hat gerandin. Paşê ber bi kampa Berxwedan ya li Fafînê ve berdewam kir, xelkên kampê bi belavkirina birincê pêşwaziya meşvanan kir.
Li wir deqeyek rêz hate girtin û daxuyanî bi zimanê erebî ji aliyê endamên Yektiya Jinên Ciwan Eye Hemdo ve û bi zimanê kurdî ji aliyê Lîlas Sîno ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Di serî de ji bo tevahî jinên ciwan ger bixwezin xwedî li cewher û nasnameya xwe derkevin divê di asta yekem de rastiya dijminê xwe nasbikin, pêwîste bizanibin jiyana ku di bin sîwan û siyaseta dijmin de rewşekî bê rumetiyê ye.
Ji bo valaderxistina fikira rêber APO ya azadiya jinê, di şexsê jin û bi taybet jinên ciwan de dixwezin hemû polîtîkayên xwe yên qirêj pêk bînin. Bi hemû cure êrişên binpêkirina jinên ciwan ji xwe re kirine armanc, ji ber ku baş dizanin ku binpêkirina jinên ciwan tê wateya binpêkirina civakê bi gîtşî.
Çawa ku civaka Rojhilata Navîn bi şoreşa çandinî û gundewariyê ya duyem tê nasîn, di heman demê de hewcedarî şoreşa jinê ye, ne pêkane ku bêyî şoreşa jinê azadiya civakan pêk were. Ji bo avakirina jineke ciwan, şoreşger, xwedî nasname û di heman demê de civakek azad û bi rumet divê berî her tiştî em felsefeya Rêberê Gelan kûr û kûr nas bikin
Herî dawî êrişên ku li Kobanê pêk hatin ji Efrîna ku çar salin hatî dagirkirin ne qute û pê ve girêdayî ye. Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ser Hesekê bi giştî di bin yek armancê de ji aliyê dijmin ve hatiye plankirin. Dijminê kurdan gelek in, bi taybet her dixwazin dîroka reş li ser me dubare bikin. Ji ber em jî bi doza xwe ve heya dawiyê girêdayî ne.
Em jî weke Yekitiya Jinên ciwan a herêma Efrînê, ji bo valaderxistina armanca dewletên hegemûn, ji bo xwedîderketina li ked û xwîna pêşengên me, şehîdên doza azadiya Kurdistanê û ji bo azadkirina Rêber APO bi fizîkî ji girava Îmraliyê heya dawiyê helwesta me tolhidan e, em soza bilindkirina xeta tekoşîn û berxwedaniyê didin. Ji bo şehîdên berxwedana Hesekê, berxwedana Serdemê û bi taybet ji bo rakirina tola şehîd Nûjiyan û rêhevalên wê em ê têkoşînê bilind bikin. Em weke Yekitiya Jinên Ciwan bang li giştî jinên ciwan dikin ku bi rihê tolhildanê rabin. Dem dema tolhildanê ye. Li dijî cinsiyetperestiyê tolhildan.”