NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), hêzên Meclisa Leşkerî ya Hecînê di çarçoveya hemleya wê ya li dijî terorê de, 9 çeteyên DAIŞ`ê li herêmên Ebû Hemam û Ebû Herdûb li rojhilatê gundewarê Dêrazorê girtin ku xwe amade dikirin êrişan pêk bînin.
Hêzên bi wan re bêtêl û gelek belge girtin ku têkiliyan wan bi êrişên terorîst û dewleta Tirk a dagirker re eşkere dikin.
Hêzê meclisê destnîşan kir ku hemleya wan heta tunekirina terorê li herêmê berdewam e.