KOCAELÎ – Karkerên Febrîqeya Farplas Otomotiv a li Herêma Pîşesaziyê ya Îhtîsas a Pîşesaziya Wesayitan a Gebze ya Kocaeliyê, beriha hefteyekê dest ji kar berda bûn.
Karkeran mûçeyê kêm şermezar kirin û daxwaza mafên sendîkayî kirin.
Karsazan tevî ku soz dan ku wê daxwazên karkeran bi cih bînin, gelek karker ji kar derxistin.
Li ser vê yekê karkerên li febrîqeyê ji bo hevalên xwe yên ji kar hatin derxistin şeva 30’ê Çileyê Yekşemê dest bi çalakiyê kirin û karê hilweşînê rawestandin.
Karkerên ji kar hatin derxistin li pêşiya febrîqeyê kom bûn û dest bi çalakiyê kirin.
Polîsan êriş birin ser karkerên li pêşiya febrîqeyê û nûnerên sendîkayê jî di nav de 200 kes destgîr kirin.
Hin karker ji bo êrişa polîsan şermezar bikin derketin ser banê febrîqeyê. Çalakiya karkeran dewam dike.