ŞEHBA – Îro ciwanên Efrînê bi boneya tevlîbûna nava refên gerîla ciwanekî Kurd li şehbayê şahiyek hat li darxistin.
Li navçeya Ehdas ya Şehbayê bi rihê pêngava Werin Cenga Azadiyê ciwanekî Efrînî ku di malbateke welatparêz û birûmet de mezin bûye soza xwe ya derbasbûna nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê da. Diyar bû ku ji xwe di nava malbata ciwanên ku bi navê Çiyager de potensiyaleke tijî welatparêzî tê jiyankirin.
Şahiyê ji bo giyana şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê ve dest pê kir. Li ser navê çand û hunerê heval Niyazî axivî û diyar kir ku şoreşa wan şoreşeke zihnî ye. Niyazî Efrîn got ku bi hezar salan me li dijî dagirkeriyê ber xwe daye, û ewên berxwe bidin.
Her wiha ciwanê ku tevlî gerîla dibe Çiyager ji di şahiyê de axivî. Axaftina xwe de Çiyager bangewazî li tevahî ciwanan kir ku berê xwe bidin çiyayên azad. Malbata Çiyager bi ser bilindî û moralekî bilind tevlîbûna Çiyager ya nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê pêşwazî kir.
Di dawiyê de şahî bi stranên şoreşgerî û gûvendê bi dawî bû.