NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên HBDH’ê yên Partîzan Amed di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: “Roja 31.01.2022’an saet derdora 20.00’an de li dijî wesayîteke dijmin a li ser rêya Êlih-Heskîfê digeriya, çalakiyeke çekdarî hatiye lidarxistin. Hejmara birîndarên dijmin ên di dema çalakiyê de ketiye panîkê nehate zelalkirin.”
Di heman demê de hate gotin ku çalakiya wan peyameke ji bo hêzên dewleta Tirk a faşîst û wiha hatiye domandin; “Milîsên HBDH’ê her tim li pey we ne. Wesayît û baregehên we yên parastinê wê nikaribin we biparêzin. Em ê têkoşîna gerîlayên li qadên şer ên şoreşgerî li berxwe didin weguhazînin bajaran.
Hûn weke hêzên dagirker li Avaşîn, Metîna û Zapê li hemberî vîna gerîla têk çûn. Serkeftin îro û sibe jî ya me ye. Weke mîlîsên HBDH’ê em tevgera seferberiya şoreşgerî ya ku dengê berxwedana gerîla ya li metropolan e, berfireh dikin. Têkoşîna me ya tunekirina faşîzmê û bidestxistina azadiyê, bi hilgirtina çekên nemirên me yên li ser vê rêyê mezin dibe. Serkeftina me nêzîk e!
Çalakiya me li ser navê rêheval Partîzan Amed ku li Rojava di parastina Hesekê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de tevlê karwanê nemiran bû û ji bo salvegera Komploya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hate lidarxistin.”