NAVENDA NÛÇEYAN –
Rêdûr DÎJLE nivîsand
Li Kurdistanê, kuştina bi wesayîtên zirxî, qethiyen ne qeza ne, rasterast cinayet in, kuştin in. Hem jî texlîdeke kuştina li ser kuştinê ne, piştî wan torosên spî.
Qurbaniyê dawî yê vê texlîda kuştina li ser kuştinê Abdûlgaffar Dayan bû.
Abdûlgaffar hê xortek 23 salî bû. Xwendekar bû. Dixwest bibe cerrahekî baş. Lê vê dewletê di 24’ê Çileyê de li orta Cizîrê, di çaxê wî yê herî gonceyî de wekî gelek heval û hogirên wî, xwişk û birayên wî, dê û bavên wî xeyalên wî jî eciqandin.
Piştî kuştina Dayan, lîsteya kuştina li ser kuştinê teqlek din jî li xwe xist.
Çi ecêb e!
Li vê xakê yên tên kuştin em in û yên ji bo her celebeke kuştinê defterek wan heye dîsa em in.
Di 26’ê Çileyê de, piştî mirina Abdûlgaffar, careke din barê vê deftera me giran bû!
Deftera me bû goristaneke qerase.
Qosqoce di 14 salan de, bi her awayî qesda canê me:
93 bûyer!
52 birîndar!
41 kuştin!
Piştî kuştina Abdûlgaffar Dayan careke din piştrast bû:
Ma dewleteke ku muhasebeya xwe li ser kuştinê ava kiribe wê çi hêvî û guman jê bê kirin?
Ma dewleteke ku zarok, xort, dayik û bavên vê axê ji bo xwe qewl kiribin, ew ji xwe re kiribin qetha nezerê û her roj xwîna wan di eniya xwe û temberîka wesayîtên xwe de bide ma mimkun e ku mirov hêvî û gumanê jê bike?
Yan na, wê gelek Abdûlgaffar ji kîsê me biçin, wê cî di defterên me de nemînin, em ê nikaribin ji bin barê van defteran rabin…
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA