NAVENDA NÛÇEYAN –
Şehit Gelhat, Şehîdê destpêkê yê berxwedana rêveberiya xweserî û parastinê ye. Şehît Gelhat ji Geverê bû û ji zaningeha Çukurovayê tevli refan bûbû. Cîddî bûna di kar û xebatên xwe de , nezikatiya micîd ya li hember xebatên xwe yek ji taybetiyên xwe dida der bû. A rast, ev taybetiya heval di akademiyê de jî di qada piratîk de jî xwe nîşan dida. Hevalekî ku, gava tevli karekî dibû micîd( cîddî) digirt û bi hemû aliyan ve nêz dibû. Lewma jî karê xwe bi tu awayî seranser nedikir. Bêhtir kûrtir û micîd nêz dibû.Heval, gava ji qadê çû, pratîkên xwe jî bi wî awayî bûn. Herwiha dilnizmiya heval jî berbiçav bû. Duristî, jidilî, girêdayîna wî jî taybetiyên wî yên diyar bûn. Xwedî taybetiyeke bandorker bû Şehît Gelhat
Dilnizmiya wî bala her kesî dikişand. Dîsa, danûstanên wî, têkiliyên wî yên bi hevalan û gel re di heman astê de bûn û xwedî taybetiya rêxîner bû jî. Mirovên ku rêxistin kirî jî wek wî dixebitiyan. Taybetiyeke wî ya micîd nêzî kar dibe, taybetiyeke rexîner ya ji seranseriyê dûr hebû di Şehît Gelhat de. Gava pêvajoya 24ê Tîrmehê dest pê kir vesazkirina wî derkete qada Nisêbîna Mêrdînê. Lewre, wê demê me her berpirsyarek şande cihekî. Me Heval Gelhat jî şande Nisêbînê. Di pêvajoya qadgirtin û berfirehkirina di Nisêbînê de roleke çalak dilîst. Karker bû. Dîsa yek jî taybetiya heval a girîng jî; gelek dirûst bû. Hevalekî ku her tiştê xwe ji rêxistinê re vekirî û zelal bû. Şehît Gelhat bandor dihîşt. Ne hevalekî ku gelek diaxivî bû lê belê bi sekn û pratîkên xwe şopa xwe dihîşt. Hûn kesekî Şehît Gelhat dîtibe û piştre neyê bîrê nabînin. Yê/ya kû wî carekê bibîne teqez wê were bîrê. Yek jî, bir rastî jî hevalekî ku gazin nedikir bû. Hevalekî ku kar û berpirsyariya ku li ser milê wî bû, dikir. Ango ne Hevalekî ku xebatê niqaş dike, bi saetan li ser diaxive, niqaşên ezê çawa bikim , gelo ez dikarim bikim nedikir bû û li dijî hemû zoriyan her rûken bû. Çi qas zor û zehmetî dikişand jî bi coş û moral dest bi karekî dikir. Herwiha, cudayetî nedikir di nav xebatan.
Ez ji vî karî hez dikim, hez nakim? Bi daxwaza xwe an bê daxwaza xwe diçim? Cudahiyên bi vî awayî nedikirin Şehît Gelhat. Gava Şehît Gelhat peywireke rêxistinî distand bi bawer dizanibû ku divê ev kar were kirin û hevalekî ku peywira hilda dianî cih bû. Ji her vê jî bi coş û moral, bi rûkenî çûye hemu kar û xebatan. Taybetiyeke wî ya ku teng dibe, gazin dike tunebû. Hevalekî pir alî û xwedî sebir bû. Hevalekî ku dixwest her tiştî fêm û watedar bike bû. Ango, dixwest hemu pirsgirêkên derketî fêm bike. Gava ku diçû cihekî, vesazbûna wî derdiket hevalên li wir hemû li hember vê derdiketin. Ango, dihat gotin ku Heval Gelhat biçe dê xebat bandor bibin, ku pirsgirêk derkevin ev kar nameşe. Li cihê ku ew çûye hemuyan wisa bû. Di kar û xebatn xwe de serweriyeke wisa dikir ku gava ew ji wir diçû teqez valahî derdiket. Gava karek dikir bi her tiştê xwe tevli dikir. Tevlibûna wî wisa bû, bi her tiştê xwe ve tevli dibû. Bi teorî, pratîk û bi jiyana xwe tevli dibû. Lewma gava karekî digirt, bi hemû hêza xwe ve xwe dida wî karî. Di destpêka pêvajoyê de Şehît ket. Heval li Nisêbînê bi êrîşa suiqastê Şehît ket.