STENBOL – Girtiyê bi nexweşiya giran Tûrgay Denîz ku malbatên girtiyan dixwestin tavilê bê berdan, li Girtîgeha Metrîsê hate qetilkirin.
Girtiyê bi nexweşiya giran Tûrgay Denîz (39) ê ku nehate berdan, ji ber ku li Girtîgeha Metrîsê rewşa tenduristiya wî giran bû ew rakirin Nexweşxaneya Nexweşiyên Sîngê ya Yedîkûleyê. Tûrgay Denîz li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Denîz ê ku navçeya Moktî ya Bedlîsê, di sala 2018’an de hate girtin. Denîz li Girtîgeha Tîpa L Hejmara 1 a Maltepeyê bi cih kirin. Tevî ku Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sîng û Nexwşiyên Sîngê ya Stenbol Sureyyapaşa rapor daye û diyar kir ku ji ber tuberkulozê pişika wî xera bûye, kezeba wî jî lezyon bûye û ji ber tenê dikare bi alîkariya tup jiyana xwe dewam dike, divê bê berdan. Lê belê tevî vê yekê jî nehate berdan.