MEXMÛR – Fermandariya Hêzên Parastina Cewherî ya Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê, derbarê êrişa duh bi şev ya li ser wargeha Mexmûrê de daxuyaniyek parvekir. Fermandariyê ragihand ku di encama êrişa duh bi şev de 2 endamên wan şehîd bûne û bi dehan şêniyên wargehê jî birîndar bûne.
Daxuyanî wiha ye:
Ji bo raya giştî;
“Wek tê zanîn sala 2021’an dewleta Tirk a dagirker bi hemû aliyan ve ji bo komkujiya li ser gelê Kurd bi encam bike, şerek pir mezin dimeşîne. Di nava vî şerî de berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê ya bê hempa û dîrokî derket pêş. Bi saya vê berxwedanê dewleta Tirk binketinên pir mezin jiyan kir. Di demên dawî de jî dewleta Tirk a dagirker û qirker ji bona nixumandina binketina xwe ya li hemberî gerîla, bi awayekî nemerdane û bê exlaq êrişê qadên weke Mexmûr, Şengal û Rojava dike.
Di vê çarçoveyê de duh bi şev saet 22:00’an bi awayek hemwext, di çarçoveya şerê qirêj de êrişî Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), Şengal û Rojava kir. Wekî qada Mexmûrê, bi salane ku bi tena serê xwe li hemberî hemû dijminatiya dewleta Tirk û hevkarên wê li ber xwe dide û parastina xwe ya cewherî pêk tîne.
Di êrişa hewayî ya duh bi şev de, hêzên Parastina Cewherî yên wargeha Mexmûrê hate hedef girtin. Di encama êrişê de 2 endamên me şehîd bûn, gelê sivîl yên ku xwestin bi hewara xizmên xwe biçin, bûn hedefa êrişê. Ji ber vê jî bi dehan welatiyên wargehê birîndar bûn.
Niha rewşa welatiyên birîndar di bin kontrolê de ye û li nexweşxaneyan tên dermankirin. Weke encam, çawa ku heya roja îro gelê Kurd bi îradeya xweyî ji pola û bi berxwedana xwe li ser piyan maye û li hemberî her cure êrişan li ber xwe daye, ji îro û şûn de jî wê ev berxwedana xwe hê mezintir û gurtir bike. Em weke Hêzên Parastina Cewherî ya wargeha Şehîd Rustem Cûdî, emê bi mîrateya ku şehîdên me ji me re hiştine, berxwedana xwe mezintir bikin. Emê dewleta Tirk a faşîst ku dijminatiya gelan dike, bi bin bixin. Banga me di serî de ji bo gelê me yên li her çar beşên Kurdistanê û hemû gelên azadîxwaz ên cîhanê heye ku li hemberî êrişên faşîzan û qirker ên dewleta Tirk ê bê exlaq dakevin qadan û dengê xwe derxînin.
Her wiha em bang li civaka navnetewî, Neteweyên Yekbûyî û sazî û rêxistinên mafê mirovan dikin ku li hemberî wan êrişên ku li ser wargehekî penaber tên kirin û berevajî zagon û pîvanên wan e, dengê xwe derxînin û dewleta Tirk ji ber van kiriyarên dijî mirovî darizînin. Emê piştre agahiyên derbarê nasnameya her du endamên xwe yên şehîd bi raya giştî re parve bikin.”
Fermandariya Hêzên Parastina Cewherî ya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr)