MEXMÛR – Di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li ser wargeha Mexmûrê de 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî şehîd bûn û gelek kes birîndar bûn. Şêniyên wargehê şehîdên xwe oxir dikin..
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker duh bi şev di saet 22:00’an de Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi dijwarî bombebaran kir.
Li gorî daxuyaniya Fermandariya Hêzên Parastina Cewherî ya Mexmûrê, di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî a Mexmûrê şehîd bûne û bi dehan şêniyên wargehê jî birîndar bûn.
Di van kêliyan de şêniyên wargehê şehîdên xwe oxir dikin.
Wê agahiyên berfirehtir werin.