NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da raya giştî û tê de nasnameya 5 şervanên xwe ku şehîd bûne, eşkere kir
Daxuyanî wiha ye:
“Di çarçoveya Pêngava Gurzê Gelan de li dijî şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê ku ji bo êrişa li ser girtîgeha Sînaa ya Xiwêran pêk anîne, hêzên me piştî kontrolkirina girtîgehê, dest bi operasyonên lêgerînê kir.
Di operasyonên lêgerînê de 5 hevalên me şehîd bûn, 4 li Hesekê û yek jî li Dêrazorê di operasyonên li dijî şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê de şehîd bûne.
Em hevalên xwe (Harûn, Sîpan Dirbêsiyê, Sîpan Meyadîn, Xeyrî û Fayiz) ên ku li dijî rêxistina DAIŞ’ê bi lehengî şer kirin, bi bîr tînin.
Bidestxistina hêviyên gelan ên bi sedan sal in û pêkanîna jiyaneke hevbeş, tenê bi berdêlên giran dikare pêk were.
Şehîdên Pêngava Gurzê Gelan û bi xwîna xort û keçên me, tovên azadiyê yên ku zêdetirî deh sal berê li vê axê hatibû çandin û niha şîn bûne, av dan.
Em deyndarê hemû şehîdan in û em soza xwe bi wan re nû dikin, ku em ê hemû xeyalên wan ên ku ji bo wan şehîd bûne, bi berdewamkirina têkoşînê heta gihaştina serketinê.
Em ji malbatên şehîdan û hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.
Nasnameya şehîdan wiha ye:
***
Navê Tevgerî: Harûn
Nav û Paşnav: Mihemed El-Elî
Navê Dayikê: Ezîze
Navê Bav: Mihemed Salih
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Cihê û Dîroka Şehadetê: Hesekê 30, Çileyê, 2022
***
Navê Tevgerî: Sîpan Dirbêsiyê
Nav û Paşnav: Malik Hisên
Navê Dayikê: Fatme
Navê Bav: Ebdo
Cihê Jidayikbûnê: Dirbêsiyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê 30, Çileyê, 2022
***
Navê Tevgerî: Xeyrî Qamişlo
Nav û Paşnav: Edhem Îbrahîm
Navê Dayikê: Sultan
Navê Bav: Şukrî
Cihê Jidayikbûnê: Amûdê
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê 30, Çileyê, 2022
***
Navê Tevgerî: Sîpan Meyadîn
Nav û Paşnav: Ebûd El-Selîm
Navê Dayikê: Sena
Navê Bav: Îd
Cihê Jidayikbûnê: Dêrazor
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê 30, Çileyê, 2022
***
Navê Tevgerî: Fayêz
Nav û Paşnav: Fewaz El-Xelef
Navê Dayikê: Yazya
Navê Bav: Ehmed
Cihê Jidayikbûnê: Dêrazor
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor 30, Çileyê, 2022