QAMIŞLO – Bi sedan şêniyên navçeya Çilaxa, saziyên sivîl, meclisên leşkerî, partiyên siyasî, şêx û rûspiyên êlan, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan li çerxerêya qada geracê xwepêşandanek li dar xistin.
Xwepêşandêr ji qada geracê dest pê kir û di nav sûka navendî re derbas bûn û ber bi çerxerêya şehîd Masûm ve ketin rê.
Li çerxerêya şehîd Mesûm cîgirê Hevserokatiya Meclisa navçeya Çilaxa Mihemed Ebdulfetah got ji destpêka aloziya Sûriyê ve, faşîzma Tirk hewl dide hemû hêzan bikşîne da ku çavên xwe ji êrişên wê yên dagirkirina axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, bigrin.
Mihemed Ebdulfetah bal kişand ser komploya ku hikumeta Şamê û dewleta Tirk pêk anîne û diyar kir ku wan destek da çeteyên DAIŞ’ê ji bo êrişî girtîgeha Sînaa ya Hesekê bikin û ji nû ve DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vejînin û projeya demokratîk têk bibe.
Mihemed Ebdulfetah wiha dom kir: “Dewleta Tirk têkçûna DAIŞ’ê ya li Hesekê qebûl nekir, ji ber vê yekê hewl dide bi êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Mexmûr û Şengalê tola wê hilîne, ku di encamê de sivîl hatin qetilkirin û birîndarkirin û gund û navendên sereke yên xizmetguzariyê hatin rûxandin.”
Di dawiyê de, cîgirê hevserokê meclisa navçeya Çilaxa Mihemed Ebdulfetah piştgiriya xwe ya ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk û berdewamkirina têkoşînê li dijî her êriş û dagirkeriyê piştrast kir.