QAMIŞLO – Li bajarê Qamişlo cenazeya şehîdên pêngava Gurzê Gelan bi pêşwaziyeke xort hat girtin.
Karwanê şehîdên ji pêşiya meclisa Enteriye ber bi goristana şehîd Delîl Saroxan ve bi rê ket. Li goristanê, bi hezaran şêniyên Qamişloyê cenazeyên şehîdan pêşwazî kirin. Li goristanê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Masûm Hesen axivî û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn.
Her wiha di merasîmê de hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Ceger axivî û got: “Ciwanan bi berxwedana xwe careke din ala azadiyê bilind kir. Şervanên azadiyê rêya azadiyê şopand û têkoşiyan heta gihaştin şehadetê. Armanca wan jî, avakirina pêşerojeke azad û ewle ji nifşan re ye.”
Zelal Ceger destnîşan kir ku armanca êrişa li ser girtîgeha Sînaa têkbirina biratiya gelan û projeya Rêveberiya Xweser e.
Di dawiyê de got: “Gelek dijwar e ku em 121 şehîdên xwe oxir bikin. Divê em vê rastiyê fêm bikin ku berxwedana şêniyên herêmê dê azadî û serkeftinê bike para vî gelî. Divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xweparastinê esas bigire da ku layîqî şehîdan bin.”