ÎZMÎR – Milîsên Cûmalî Çorûm ên HBDH’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Di 29’ê Çileya 2022’an de li navçeya Bayrakli ya Îzmîrê me bi sabotajê trafoya belavkariya elektrîka herêmê ya li kêleka parka Polîs Fethî Sekîn îmha kir.
Di hinek hesabên medyaya dîjîtal de hate gotin ‘Park hatiye şewitandin û êrişkar hatine girtin’ lê ev nûçe ne rast in. Di vê çalakiyê de ya ku me li trafoya belavkariya elektrîkê daye, yekîneyên me ji aliyê polîs û notirvanan nehatine girtin.”
Milîsên Cûmalî Çorûm ên HBDH’ê diyar kir ku ev çalakî ji bo şehîdên çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ hatiye lidarxistin.