ŞEHBA – Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Şehbayê ji bo ew zaroka 5 salî, ya ku hatibû tecewiz kirin daxuyaniyek dan û tê de dest nîşan kirin ku “Emê li hember zihniyeta baviksalariyê bê deng nemînin”
Di daxuyaniyê de hate gotin; “Em ji weke Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê, li hember zihniyeta baviksalariyê, li hember zayendperestiyê heya dawiyê helwest û bertekên xwe yên ji bo tolhildanê raber bikin. Heya ku destdirêjî li ser jinan hebe emê her li qadan bin û têkoşîn bikin. Li ser vê esasê em kuştina zarokan jî qebûl nakin, em bang li tevahî cîhanê dikin ku li dijî kuştina jin û zarokan helwestên xwe dayînin holê. Êdî bese ji kuştin û destdirêjiya ser jin û zarokan. Em dibêjin na ji tecawîzkirin û kuştina jiyanê re”