Rêber Apo
Ne karekî hêsane ku mirov bikeve dozê, gelek zehmetiyên ku bi xwe re tîne hene, zehmetiyên jiyanê bi xwe hene. Ez dibihîsim, dişopînim, bêkariyeke pir tirsnak heye. Ciwanên mezûnê zanîngehê li koşeyên qehwexaneyan de jiyanê diqedînin, nizanin ka wê çi bikin. Kapîtalîzm wisa ye, mirovan diqedîne. Ez dizanim ku hîn hevalên me yên cixarê vedixwin hene. Divê mirov bi kapîtalîzmê nexape. Li gorî min kalbûn bi mejî ve girêdayî ye. Divê hişê mirov xurt be. Zihîn çi qas xurt be wê beden jî ew qas zindî bimîne. Vana tiştên ku bi hev û din re giredayî ne. Eger hiş xurt nebe, sîstemê baş tehlîl nekiribe wê beden jî zû hilweşe. Dîtina rastiyê di sîstema kapîtalîst de û şîrovekirina rastiyê bi awayekî rast pir zehmet e, kes ji rê derdixe. Kesayeta ku ji rê derketibe jî, tê wê rewşê ku êdî nikare ti tiştekî bike.
Pêşketin di bin kontrola DYE de pêşdikevin. Vaye hun wê tişta balyoz dibînin. Vana dîn bûne. Qala bombekirina mizgeftan dikin. Dînîtiyeke tam e. Plan kirine ku Kurdan jî bi temamî tune bikin, Kurd xistine şûna Yewnanan, hizirîne ku wê weke Yewnanan wan sirgûn bikin. Plan kirine ku ew qas kesan sirgûn bikin û bikujin. Vêya tişteke tirsnak e. Ew ramana min a bi salan a li vê derê piştrast dibe ku pêwîst dike Kemalîzm ji nû ve were nirxandin. Min gotibû ku wê Tirkiye nikaribe bi rewşa xwe ya heyî ve bidome. Vana niha baştir têne têgihiştin. Vana hizirîne û xeyal kirine ku wê NATO jî destekê bide van planên wan ên tirsnak. Lê NATO jî destekê nade ew qas komkujiyan. Dînîtiya vê ramanê û planê li holê ye, lê ji ber carekî ketine nava vî karî, êdî nema dikarin ji navê derbikevin. Emerîka jî vê yekê napejirîne. Ji xwe Velî Kuçuk wana berî vê tasfiye bûn. Plana Balyoz hinekî din cewaztir e ji Ergenekonê. Ji ber DYE dît ku wê kar nikaribe êdî bi vana re bimeşin, Serokwezîr tangav kir daku vana tasfiye bike. Ji xwe Başbûg jî hişyar kirine. Ji wî re jî gotine wê nikaribe bi vî rengî were berdewamkirin. Niha vana tasfiye dibin. Li milekî CHP, MHP û Kemalîstên di nava artêşê de, hîn rastir bermayiyên îtîhatgir, dibin beşên ku alîgirên komkujiya netewgir in. Li milê din beşa kevnaparêz (muhafazakar) e ku AKP tê de ye. Ya sêyemîn jî ew xeta demokratîk e ku em û demokrat nûneriya wê dikin. Rewşa li Tirkiyê niha rewşeke tam a gengeşî (kargaşa) ye. Li aliyekî beşa netewgir a sext (katý), hêza vana ne kêm e. Min ji nûçeyan bihîst ku Çetîn Dogan di kêliya dawiye de plan kiriye ku bireve Meksîkayê. Bedredîn Dalan wana jî di nava xebatê de ne, beşa rastgir a Îsraîlê jî destekê dide wan. Neo-conên ku beşa herî tuj a Emerîka ye destekê dide vana. Netenyahu wana jî yên li Îsraîlê destekê dide AKPê. Li milê din jî AKP û Fethullah hene. Di rastiyê de ne tam Fethullah e jî. Gelek cemeat hene, bi awayê organîzasyonekî ne. Li aliyê din jî tevgera Kurd heye. Li ser tevgera Kurd gelek lîstok hatin lîstin, hewl hate dayîn ku were tasfiyekirin. Lê belê çi bû? Gel û PKK li ber xwe dan û di qada demokratîk de hêzbûneke mezin hate jiyîn. Min jî li vir bi sebreke mezin li ber xwe da. Û lîstok xira bû. Kurd tasfiye nabin. Rastiya ku êdî tevgera Kurd nema dikare were tasfiyekirin jî heye. Ev hate dîtin. Lê nizanin ka wê bi vê rastiyê re çi bikin û wê çawa bi vê rastiyê re bijîn. Herdû alî jî dibin kontrola Emerîka de ne. Tevahiya van pêşveçûnan dibin kontrola Emerîka de pêşdikevin. MHP û beşa laîk li Tirkiyê bêhêz nînin, AKP jî xurt e, lê başe gelo wê ev pêvajo bi van pêşketinan re çawa bi encam bibe? Li gorî baweriya min wê di encam de li ser demokrasiyê wan li hev bînin. Wê li ser tişteke demokratîk lihevhatin çêbibe. Wê Tirkiye biguhere. Wê Kurd jî li Tirkiye ku biguhere, weke hêzeke demokratîk bêne pejirandin. Wê Kurdan bipejirînin. Min di nexşeya xwe ya rê de jî diyar kiribû ku xweseriya demokratîk çareseriya herî guncav e ji bo Kurdan.
Di rastiyê de Komarê hertim xwest ku hersê beşan tasfiye bike. Xwestin xeta îslamgir di bin navê “Îrtîca” de, beşa çep-komînîst bi gotina “rûxîneran” û Kurdan jî bi gotina “cudaxwazan” tasfiye bikin. Lê çi bû? Bi riya Erbakan tasfiyeyek çêbû, lê bi awayekî bi AKP û DYE re pêwendî danî û bi vî rengî xwe hêvişand (muhafaza kir) û bêhtir bihêz bû. Çep di rêjeyeke girîng de hate lewazkirin, lê vaye hun dibînin, hîn jî gelek kom, partî û jêmayiyên wê hene. Gelê Kurd jî tasfiye nebû, hate têgihiştin ku wê tasfiye nebe. Ji lewra komar neçar dimîne ku van rastiyan bipejirîne. Gelo wê AKP bi Kurdan re lihev were û vê pirsgirêkê weke demokratîk çareser bike? Di AKPê de hertişt girêdayî helwesta Tayîp Erdogan e, mîsoger hertişt girêdayî helwesta wî ye. Lê AKP jî bi rengekî demokratîk tevnagere. AKP hewl dide bi riya xwe spartina parlementerên Kurd ên di nava xwe de û Kurden hevxebatkar ên noker (yanaşma işbirlikçi) hinek tiştan bike. Lê vana wê nikaribin pirsgirêkê çareser bikin. Girîng e ka wê di derbarê Kurdan de helwesteke çawan nîşan bide. Di rastî de Erdogan jî di rewşeke tangav de ye.
Di mijara pirsgirêka Kurd de sê rêk hene. Ya yekemîn feraset û polîtîkaya inkar-tunekirinê ya 80-90 sal e ku berdewam dike. Ya dûyemîn damezirandina Kurdistaneke biçûk û girêdana tevahî Kurdan bi wir ve ye. Ango bi xeyala Kurdistana mezin re damezirandina Kurdistana biçûk û mijûlkirina Kurdan sedsaleke din e. Eynî weke îdeaya megalo ya Yewnanan. Damezirandina Yewnanîstana biçûk û Jiyandina îdeala megalo. Dîsa weke bi xeyala Ermenîstana mezin damezirandina Ermenîstana biçûk û Ermenî bi vê re mijûlkirin. Dixwazin li vir jî Kurdistana biçûk damezirînin û xeyala Kurdistana mezin bidin jiyîn. Wê di vê rewşê de Kurdên li Bakur bi wir ve bidin girêdayîn, dê wê jî bi Kurdistana biçûk ve bidin girêdan. Girêdayîna her cure ye. Wê Kurdistana biçûk damezrînin û tevahî Kurdan bi rêka wê kontrol bikin. Eşkerekirina vê yekê di girîngiya jiyanî de ye. Ev deh sal in ku ez vêya dibêjim. Pispayeyên me jî bi vî rengî bi wir ve dane girêdan. Li wir her cure derfetan dane wan. Li wir ji gelek kesan re jî şîrketan didin dameziradin û wan bi xwe ve didin girêdan. Çawa ku berê bi riya ocaxên ulku çep hate pasîfîzekirin, îro jî tê xwestin ku bi destê wan cemeatan, tevgera me were pasîfîzekirin. Derfetên wan ên pir xurt ên aborî jî hene. Vana jî dixin dewrê. Hinek malbatan di vê çarçovê de bi xwe ve girêdidin. Vaye wan pispayeyên Osman digot “pêşiya min vekin ji bo ez biçim Kurdên kevneparêz birêxistin bikim”. ,Rêka sêyemîn jî çareseriya demokratîk e ku em wê diparêzin. Em li vê derê dibêjin komara demokratîk, welatê demokratîk û civaka demokratîk. Yên ku bi awayekî mezintirîn polîtîka ji vê rewşa tevlîhev ku tê jiyîn hilberînin (üretmek), wê pêşketinên mezin bidest bixin. Weke hun dibînin Erdogan naverastê radike ser piyan. Her roj Bahçelî û Baykal feveran (histerî) dikin. Çima? Ji ber siyaseta niha vê yekê pêwîst dike û ew vêya dizanin. Ji bo siyaseta rojane divê wisa bikin. Divê yên me roj bi roj bi awayekî mezintirîn polîtîka bikin. Kî di vê rewşa gengeşî de xwe pir baş birêxistin bike û polîtîkaya baş û rast bimeşîne, ewê bi destkeftî derbikeve. Min ew qas got ku akademiyan demezirînin, li holê ye ka îro çi qas pêdivî bi akademiyan tê hîskirin. Eger vê pêvajoya tê jiyîn bi rengekî rast têbigihijin, wê van girtinan jî vala derbixînin. Pewîst e hun serokatiyên xwe yên demokratîk ên navçeyî derxînin holê. Van girtinan textîkeke dewletê ye. Bi meşandina siyaseteke baş re van girtinan dikarin pir hêsanî werin valaderxistin. Dema ez dibêjimn Siyasetê baş bimeşînin, ez qadeke derezagonî (îlegal) destnîşan nakim. Xebatên mezintirîn hene ku mirov dikare di zemînên demokratîk de bike, ez dibêjim vana bikin. Lê pir baş nayê têgihiştin. Serokatiyên demokratîk ên navçeyî derneketin holê. Di warê teorîk de jî pir doxmatîk in.
DTK navê xwe rêxistinkirina demokratîk a zagonî ya civaka Kurd e. Dîsa BDP partiyeke siyasî ye ku zagonî ye û xebatên xwe li tevahiya Tirkiyê dide meşandin, partiyeke Tirkiyê ye. Vana xebatên cûda ne ji KCKê, divê têkelê hev neyên kirin.
Ev deh sal in ku ez li vir her dibêjim, ez ti xebatek li naverastê nabînin. Ev rewşeke kevneşopî ya çep e. Hinek tişt jiber (ezber) kirine û her wan tiştan dubare dikin. Min li vir hewleke pir mezin da. Min li vê derê Stalînîzm qat bi qat û ferseh bi ferseh derbas kiriye û min ramaneke wisa ku bibe malê cîhanê hilberandiye ango min ramana xwe çêkiriye. Ez ji vê re dibêjim jiberkerî (ezbercilik) û doxmatîzm. Ya girîng pratîzebûyîn e. Niha di siyaseta Tirkiyê de ya herî girîng pratîzebûyîn e û polîtîkaya pratîk e. Min qala sê xet û hêzên serekîn kiribû. Ya yekem xeta netewperest a sext û netewgir; a duyemîn xeta Îslamgir-kevneparêz a nerme ku AKP nûneriya wê dike. Min digot û ez dibêjim ku em Tirkiyê ji van herdû serweriyan rizgar bikin. Me li hemberî vana, weke çare, rêk û xeta sêyemîn pêşniyar kir û pêşxist. Ev xeta yekîtiya demokratan e. Vaye girseyeke weke çiya li holê ye, ma ez êdî dikarim çi bikim! Dixwazî bila di nava BDPe de yan jî li derveyî wê be, bila werin; ya girîng ew e ku xebata hevbeş were meşandin. Dikare desteyeke kordînasyonê ji bo vê were damezirandin, dikare xebatên parelel û hevpar werin kirin û meşandin.
Min çend roj berê ew nivîsa Avnî Ozgurel a di Aktuel de xwend. Ozgurel jî diyar dike ku mijarên Kurd, PKK û Ocalan cûda ne, lê belê vana bi hevdû re pêwendîdar in û di nava hev de ne; eger bi hev û din re neyên destgirtin wê nikaribe çareseriya pirsgirêkê çêbibe. Tespîteke baş kiriye, tişta ku dibêje rast e. Dibêje “her bijareya ku Ocalan li derveyî dewrê bihêle, Ocalan xurt dike”. Ev jî rast e. Ji xwe heya roja îro jî xurt kir. Ez li vir lava û rîca li tu kesî û dewletê û filan nakim. Min di nexşeya xwe ya rê de jî diyar kir ku dema tenduristiya min hîn dest dide, ez dixwazim rol bilîzîm. Li Semsûrê Şagirtê amadekarî yê ji Yazýhaneya Malatya agir berdaye canê xwe û jîyana xwe ji dest daye. Ez ji malbata wî re sersaxî, sebir û metanet dixwazim.
Ziman beden e. Erdnîgarî beden e. Çand beden e. Xwedî li bedenên xwe derbikevin. Zimanekî wisa bi tena serê xwe ziwa tiştekî îfade nake. Tevahiya vana yekpare ne. Eger bi hev re bihizirin, bi civakeke demokratîk re dikare vana bi hev re wateyekî îfade bike. Ez ji ziman, erdnîgarî û çandê ango ji tevahiya vana re dibêjim beden. Eger hun xwedî li bedena xwe dernekevin, serî tiştekî îfade nake û bi kêrî karekî nayê. Tevahiya vana qadên xebat ên DTKê ne, divê di qada ziman, çand, spor û di her qadê de di nava civakê de xebat werin meşandin.
Di têkiliya jin û zilam de –nivîskarek jî diyar dike- gelo jin radestî zilam an zilam radestî jinê dibe? Dikare vê yekê were nîqaşkirin, li gorî min di roja me de herdû jî radestî hev bûne. Divê têkiliya jin û zilam rast were têgihiştin. Girîng e ka wê mirov li ser kîjan bingehan bi jinê re were cem hev. Ez bi xwe jî her roj vê mijarê dihizirim. Ez hatime vî temenê xwe, lê hîn jî dihizirim ka wê mirov li ser kîjan bingehî bi jinekê re were cem hev, eger em bi jinekê re werin cem hev û din emê çi biaxivin û emê kîjan mijaran biaxivin. Slovaj Zîzek dibêje “tişta ku herî zêde min bi hêyecan dike ew e ku ez felsefê bi jineke ji min zîrek(zekî)tir re biaxivim”. Divê diyalog û têkilî li ser bingeheke diyar were damezirandin. Ez bi nêzîkatiyeke rast ji mijara hatina cem hev a jin û zilam re dibêjim zimanê çêbûna gerdûnê. Ango dibêjim şêwaza çêbûna gerdûnê. Ez wisa li têkiliya jin û zilam dinêrim. Eger mirov li ser bingeha azadiyê xwe bigihîne vê şêwaza têkiliyê, wê demê wê mirov karibe xwe bigihîne Nîrvana. Ez li ser bingeha rêzê nêzî jinê dibim. Li gorî ku jin ew qas min dişopînin, tê wateya ku di min de hinde alî kifş kirine. Ez pir nirx didim jinê. Divê jin azadiya xwe biparêze. Ez nirx didim vê. Divê jin karibe her cure azadiya xwe pêşbixe û xwe di vê mijarê de bîne rewşeke têrker. Ez dixwazim ji vê re mînak bidim. Jinek bi navê Hypatia ji Îskenderiye, ji ber ramanên xwe di sala 415 piştî zayînê ji aliyê Xirîstiyanên yekemîn ve tê mehkûmkirin bo mirinê. Ji jinê re dibêjin “tu li dijî zagonên me rabûyî”. Jin li hemberî tunda wana bi felsefê bersiv dide. Herku wana êrîş dikin, jin felsefê hembêz dike, xwe bi felsefê diparêze û felsefeya xwe datîne holê. Ji ciwanên li derdora xwe re jî dibêje “hun li bingeha sudwergiriyê û zayendîtiya çors nêzî min dibin, ez nikarim vê yekê bipejirînim”. Pişt re jinê bi keviran lînç dikin û wê dikujin. Vaye divê jin xwe ji bo azadiya xwe wisa biparêze. Keçikek li Semsurê bi saxî binax kirine, saxî bi saxî! Dema hîn sax e axa ku avêtine ser wê heya organên wê yên hundirîn tije bûye. Di rastî de ya ku hatiye binaxkirin jin e, jinîtî ye û tevahiya mirovahî ye. Ti cewazî nîne di navbera binaxkirina yek kesî û binaxkirina milyonan kesî de. Doxmaya olî him di wê heyam(dönem)ê de him jî di vê heyamê de bixeter e. Dikarin bîranîna jiyana vê kêçikê bikin roman. Yên di girtîgeha Semsûrê dikarin li ser vê rawestin. Ez ji ber vê yekê dibêjim ku divê jin xwe pir baş bigihînin.
Ez silavên xwe ji gelê Qersê re radigihînim. Ez dîsa silavên xwe ji tevahî hevalên li girtîgehan re radigihînim.