NAVENDA NÛÇEYAN – Ez dixwazim hinekî behsa heval Dêrsim yê li Nisêbînê bikim. Ne zehmet bû mirov pêşbînî bike ku ev heval zû şehîd bibe. Ji ber vê yekê me israr kir ku wan neşînin herêmên şer. Bi kêmanî heya ku ew wê tiştê hinekî rast bike. Ew qas germ dibû ku me nedifikirî ku ew ewqas dirêj di nav civatê de bijî ku bikaribe dirêj bimîne. Hevalekî ji Pirsûsê bû. Bavê wî şehîd ket. Ji malbateke pir welatparêz bû. Piştî demekê li hundir dixebitî, demekê di girtîgehê de dimîne. Havîna 2014’an li Akademiya Alî Çîçek bû. Hevalê ku herî zêde li Akademiya Alî Çîçek pêş ket, xwe xurtkir, xwe ferz kir û xwest biçe pratîkê bû.
Êrîşên Kobaniyê hebûn, lê hê serhildanên 6’ê Cotmehê dest pê nekiribûn. Perwerdeya wan di 2 yê cotmehê de qediya. Jixwe di 6’ê Cotmehê de serhildan çêbû. Me heval şand Pirsûsê. Wê demê li sînorê Pirsûsê nobet hebûn, tevlîbûn hebûn. Ji ber vê yekê li Pirsûsê tevgerek çêbû. Heval di wê demê de li Pirsûsê ma, di wê dema serhildanê de, di pêvajoya Kobanî de. Ew pêvajoya têr û tijî û ew nobet, kon. Gel tê, girseh tê, ciwan tên. Heval Dêrsim di rêza herî pêş de bû yê ku bi xwe li wan xwedî derket, şand, rêxistin kir. Ji xeynî wê, di wê pêvajoyê de li hemû gundên Pirsûsê yekîne û komîte hatin avakir, civîn li dar xist û di nava berxwedanê de cih girt. Her gund bûbû navenda berxwedanê. Ne mimkûn e ku Dêrsim raweste.
Dema li ciya bû digot ezê herim, min bişînin bakur, ez herim şer. He israra wî dikir. Heval Dêrsim hûnê çawa bi vî awayî biçin? Dibêje na, tu pirsgirêk nîne, ezê herim. Helbet me qebûl nekir. Wî israr kir ku ez wê demê biçim perwerdeya leşkerî. Heval tu nikarî bikî, binêre, lingên wî şikestine, lewra wek berê bi rêk û pêk nedimeşiya, lewaz dibe. Destek çû, çavek çû. Bi israr xwe ferz kir û çû perwerdeya leşkerî. Di wê rewşê de yê ku herî zêde hewl dida û di wê perwerdehiya leşkerî de herî zêde tevlêdibû jî ew bû. Piştî wê ez gihîştim wê qenaetê ku di pratîkê, de di leşkeriyê de fîzîk zêde girîng nîne. Îrade pir girîngtir e. Komîsyona perwerdeyê matmayî ma. Dersîm çawa ewqas xebat dike, çawa dikare performanseke wiha bilind nîşan bide? Hevalekî ku li ber xwe nedigirt, her tiştî dikir, ber bi her tiştî ve bazdida. Berê jî wisa bû, piştî birîndariyê tiştek neguherî, bi rastî jî ew zêde bûye. Piştî ku dorpêç dest pê kir, piştî pêvajoya 14’ê Kanûnê dest pê kir, me hinek texmîn pêşxist. Me texmîn dikir ku Dêrsim wê nikaribe bisekine.
Em difikirîn ku heval Dersîm bi paşde bikşînin. Du hevalên xwe bi rêxistin kir û firar kirine Nisêbînê. Çû, binerin, ma hûn difikirin çawa bû, piştî ku Dêrsim çû Nisêbînê, rewşa Nisêbînê guherî. Heval jî dibêjin. Piştî ku Heval Dêrsim çû Nisêbînê, rewşa Nisêbînê guherî. Ango afirîneriya wî, ramanên wî, afrîneriya wî, taktîsyeniya wî û pêşkeftina wî ya taktîkî bi heybet bû. Tedbîran pêş dixe, tedbîran digire, amadekariyan dike. Di berxwedana Nisêbînê ya evqas demdirêj de para herî mezin a heval Dêrsim bû. Me got bi hevalan re têkilî danî û me got heval Dêrsim bişînin. Gotin ger em heval Dêrsim bişînin em nikarin li Nisêbînê li ber xwe bidin. Di demeke kin de li Nisêbînê dibe fermandarê bêhempa yê Nisêbînê. Çû û kete fermandariyê. Me got baş e, bila bikeve fermandariyê. Hemî kar dikir û piştî dorpêç dest pê kir, berxwedan wiha berdewam kir. Weke ku tê dîtin, heval dibêjin ku piraniya wan mayinan heval Dêrsim daydinî. Diçe, tankan îmha dike, bisivingê bi kar tîne, mayinan bicîh dike, diçe çalakiyên sizmayê dike. Yanî çalakiyeke ku ku neke tune ye. Lê me dizanibû ku ew ê zû şehîd bikeve. Ji ber ku pir germ bû, her tim dixwest di eniyê de be, dixwast li dijmin bixe, her tim şer bike, her tim di pêşde be, her xwe pêşniyar dikir. Di encamê de ew zû şehîd ket. Şehadeta wî li Nisêbînê bandoreke giran da çêkirin. Heval Dêrsim ne tenê di nava dorpêçê de ye, ji dorpêçê derdikeve diçe diçe çalakî dike û vedigere. Mînak we li Nisêbînê nihêrî, dema ku dorpêçkirina Nisêbînê berdewam kir, li derve jî çalakî dihatin lidarxistin. Li derveyî dorpêçê jî li taxên din jî çalakî hatin lidarxistin. Piştî çûyîna wî li her derê mayin hatin danîn, bi kurtasî di şer de çawaniyeke pir girîng di Nisêbînêde pêşxist.
Ya herî bingehîn jî, hêrsa wî ya li hemberî dijmin di asta ku mirov matmayî bihêle de bû. Ew li hember dijmin pir bi hêrs bû, wî dixwest ku her dem derbe li dijmin bide. Hevalekî ku timî dixwest li hemberî dijmin şerekî mezin bike bû. Ji bo vê yekê, ew bi berdewamî balê dikişand, bi berdewamî afirîneriyê pêş dixist, taktîkan pêş dixist. Ango bila li cihekî 5 deqeyan rûne, hişê wî her tim di wan 5 deqeyan de liser derbe lêdana dijmin bû. Ger me ev çalakî li vir bikira, ger me li vir ewqas dijmin bixista, gerem vê bikin, wisa bikin. Fikrandinên wî timî liser derbe kirina dijminbû. Ji ber ku ew pir wêrek, bi biryar û bi hêrs bû. jiber vê yakê di kar û xebatên ku dikir de serkeftinek mezin bi dest dixist.