STENBOL – Çalakiya Însiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re li ber Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê ya li Yenîbosna ya Stenbolê dewam dike. Endamên însiyatîfê, Hêzên Têkoşîna Yekbûyî, Parlamenterên HDP’ê yên Stenbolê Zuleyha Gulum û Zeynel Ozen, nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl tevlî bûn.
Lê belê polîsan êriş birin ser çalakiya ku wê bi dirûşma “Azadiya girtiyên siyasî” bihata lidarxistin. Di encama êrişê de 17 kes hatin destgîrkirin.