ŞEHBA – Îro Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Efrînê li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê semînerek li ser komploya 15’ê Sibata 1999’an li darxist.
Semînerê bi deqeyek rêzgirtinê ve dest pê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger di derbarê komployê de axaftinek hat kirin.
Di semînerê de gelek nîqaş û nirxandin li ser komployê hat kirin. Niqaşên ku li ser komployê hatin kirin de ciwanan diyar kir ku ewên wek fedaiyan şopa şehîdên Kurdistanê de bimeşin.
Di dawiya semînerê de ciwanan siloganên Bimre Komploya navnetewî û Bijî Serok Apo avêtin.