AMED – Dewleta Tirk a dagirker piştî têkçûna xwe ya li Çiyayê Azadiya Kurdistanê xwest li Hesekê DAIŞ’ê ji nû ve zindî bike û dest bi êrîşan kir. Lê dewleta Tirk a dagirker li Hesekê jî nekarî tişta ku dixwaze pêk bîne û têk çû.
Dewleta Tirk a dagirker ku nikarî têkçûnên xwe tehamul bike vê carê şerê xwe yê qirêj bi SÎHA’yan re berdewam kir û êrîşa dagirkeriyê pêş xist û di 1’ê Sibatê de Rojava, Mexmûr û Şengalê bomberdûman kir.
Li dijî êrîşên dagirkeriyê, ciwan û jinên ciwan li hemû Kurdistan û Ewropayê daketin qadan. Li Bakurê Kurdistanê jî ciwan ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê daketin qadan.
Ciwanên welatparêz ên li taxa Ben û Sen a Amedê meşiyan û bi dirûşmeyên li dijî êrîşên dagirkeriyê bertekên xwe nîşan dan. Ciwanên welatparêz di meşê de bê navber siloganên “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav”, “Bijî Serok Apo” “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Berxwedana Şengal”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana Hesekê” berz kirin.