Bi kurtasî, ji derheqê Sur‘ê de em çend tişt bibêjin.Lê ji xeynî tiştên ku di rojnivîskên Sûrê’de hatine nivîsandin, yek gotinek me tûne ku em bibêjin, yek peyvek jî tûne ku em lê zêde bikin.Ne em dikarin wek wan bibêjin, ne me ew hest jiyaye, ne jî kes dikare mîna wan bi raste rast vebêje.Jixwe dêrûna wê liwir de ye ,ne hewce ye ku gotinekê lê zêde bikim, lê ez dixwazim li ser Sur’ê behsa çend hevalan bikim. Dixwazim hinek behsa Ş.Çîyager bikim. Şehîd Çiyager fermandarê Sûr‘ê bû, berpirsyarê Sûr’ê bû. Wî piştrast kiriye ku ew rojnivîsk hatine nivîsandin û ragihînin me. Hevalê ku ew nivîsandiye zor daye wî ku wisa binivîse. Ji ber ku, ji bo Heval Çiyager ev tiştên wiha pir girîng bû. Berîya her tiştî Hevalekî pêşbîn bû. Yanî di wê baweriyê de bû ku rojekê divê ev yek ji civak, gel û hevalan re were ragihandin. Divê ev berxwedan di tarîtiyeke wiha de, di siyê de nemîne, were ragihandin. Di derfetên kêm de evqas karibû , evqas ragihand me.
Şehîd Çiyager di sala 2004‘an de tevlî bû. Di zaningeha Dîcle‘yê de beşa Matematîk xwend, qedand. Piştî zaningehê di Gûn TV‘yê de heya demekî xebitî. Pişt re bi ciwanan re kete têkilîyê û tevlî bû. Di sala 2004‘ande tevlî bû, karê lîsê meşand. Heya Tebaxa 2005’an di karê lîseyê de ma. Paşê bi mertalên zindî ve hate çiyê. Demeke dirêj li çiyê di nava Hêzên Taybet de ma. Pişt re çû Amed’ê. Di pêvajoya berxwedana Sûrê de weke fermandarê Sûrê hate şandin. Yanî di dawiyê de Kadroyê Hêzên Taybet bû .Weke min got, di despêka wê ya yekem tevlîbûna wek ciwanan bû. Wek Fermandarê Sûrê hate şandin. Berxwedana Sûrê, karakterê xwe bi Ş.Çiyager hinda. Lêgerîna Ş.Çiyager, afirînerî wî, ramanên wî ye bi taktikî, lêhûrbûnên wî yên herdemî, hilberandinê wî yê raman, karakterê wî bû. Ji ber ku Sûr ji aliyê taktîkî ve ewqas dewlemend e, çavkaniya xwe ji Ş.Çiyager girtiye. Ger hûn bala xwe bidinê heman dewlemendiya taktîkî li Cizîrê nehatiye jiyîn.Her çendî ezmûna me tunebe jî, di şerê vî bajarî de, qedexeya derketina derve, dorpêça ewil li Sûrê dest pê dike. Di 2’ê Berfanbarê de despê dike. Lê Ş.Çiyager bi afirîneriya xwe ev yek kir. Li Sûrê beriya niha jî dû caran hewl hatibû dayîn ku qad were girtin, lê piştî demeke kin hilweşiya û bi ser neket. Lê Ş.Çiyager piştî ku weke fermandar çû wir, ewqas roj li ber xwe da.Digel ku nizanibû vê mijarê de wê çi bike û ezmûnek wî tunebû jî, wî gelek tişt bi dest xist.Ji ber vê Ş.Çiyager wek Fermandarê YPS‘ê hate diyar kirin.Tevlîbûneke fedakar,dirûst,derûnî a Ş.Çiyager hebû.
Tevlîbûneke wî ya bi zanebûn hebû ku kesekî ew bidîta û jê bandor negirta, û heyran nema tûnebû. Wek mûtewazî dijiya. Ew dem di Gûn TV‘yê de dixebitî. Dema ku di karê ciwantiyê de bû, ji aliyê malbata xwe ve hinek pere hindida , lê Ş. Çiyager hevalek bû ku di nîvê zivistanê de jî bi palpiştan dixebitî. Bi palpiştan dixebitî evqas dêrûnî dixebitî. Di gel karê ciwanan ku dinavdebû, diçû hemû mehla û di hemû karên gel de cih digirt. Xebatên lîseyê ên ku li Amedê, tû pêvajoyan ne evqas di pevajoya Ş.Çiyager de xurt bû. Piştî sala 2005‘an de min Ş.Çiyager nedît. Dema ku li çiyê bû me hevdû nedît. Me çend caran ji hev re not dinivîsand, lê me agahî jî dida hevdû, lê derfet û fersenda me tûnebû ku em hev bibînin. Ş.Çiyager hevalek bû ku bi hemû pîvanan difikirî, çi bike û çi bikeve destê wî, bi hemû pîvanên wê re mijûl dibû, hewl dide rêbazên xwe yên herî cuda, rêbazên herî dewlemend bibîne û bigere. Hevalek pir afirînêr bû. Di heman demê de, ew di nav hêzên taybet de jî hevalek pir hêja bû. Ew hertim di dîtina tiştên nû û hilberandina tiştên nû de hosta bû. Ev dewlemendiya taktîkî ya li Sûrê karê wî ye.