DÊRIK – Bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Şengal, Şehba, Dêrik û Mexmûrê bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan, çalakiyek li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê li dar xistin.
Beşdaran mûm vêxistin, piştre daxuyaniyek da. Endama Yekitiya Jinên Ciwan Rena Hacî daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengal, Şehba, Dêrik û Mexmûrê hatin şermezarkirin û hate gotin, êriş hemwextî komployên li dijî gelê herêmê û ya li ser rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêk hatin.
Di dawiya daxuyaniyê soza şopandina rêya şehîdan û xurtkirina têkoşînê hate dayîn.