DÊRAZOR – Li gorî malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), şervanên Meclisa Leşkerî ya Hecîn a girêdayî QSD`ê li bajarokê Zîban ê rojhilatê Dêrazorê 2 çeteyên xwekuj ên DAIŞ`ê girtin.
QSD`ê eşkere kir ku çeteyek ji Iraqê ye û yek jî ji herêma Turkistanê ye.
Her wiha QSD`ê daxuyand ku gelek cebilxane, bêtêl û belgeyên ku bi çeteyan re hatine destserkirin, piştrast dikin ku ew ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ji bakurê Sûriyê hatine.