STENBOL – Tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser xaka Kurdistanê dewam dikin.
Ciwan û jinên ciwan li dijî tecrîd û êrîşên dagirkeriyê bi çalakiyên xwe bertekên xwe didomînin.
Ciwanên welatparêz jî bi dîwarên ku li navçeyên Eyûbê û Fatîhê yên Stenbolê çêkirine bertekên xwe nîşan didin. Di nivîsên ciwanên welatparêz de “Rêber Apo”, “PKK gel e, gel li vir e”, Kurdistan”, “Tirsa TC’ê, artêşa PKK’ê” û “Emê hesabên 121 şehîdan bipirsin” derketin pêş.