ŞEHBA – Di bin dirûşmeya “Heya Serkeftinê Tolhildan” Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê li kantona Şehbayê civîna salane ya herêma Efrînê li darxistin.
Îro li navçeya Fafînê ya Şehbayê Tevgera Ciwanên Şoreşger bi slogana “Heya serkeftinê Tolhildan ” civîna xwe ya salane lidarxistin.
Bi dehan ciwanên Efrînê Tevlî vê civînê bûn. Beriya ku civîn destpêbike ji bo giyana şehîdan ciwan deqeyekê rêz girtin. Piştî rêzgirtinê civînê dest pêkir, destpêkê perspektîfên Serokatî bi zimanê kurdî hatin xwendin, piştî wê kar û xebatê salekê ya ciwanên Efrînê hat xwendin. Pişt re sinevizyon li ser kar û xebatê salekê hat pêşkêş kirin.
Her wiha li ser navê Tevgera ciwanên şoreşger axaftin li ser komploya 1999’an hat kirin û rewşa siyasî hat nirxandin.
Sinevizyon bi duruşmeyên Şeh^d Namirin û Bijî Rêber Apo ve qediya.